ManşêtNûçe

Kesayetên rewşenbîr û hunermend piştgiriya Însiyatîfa Nîştimanî ya ji bo Efrînê kir

Hemwextî salvegera 4`an a êrişên dewleta Tirk ên li dijî kantona Efrînê “Însiyatîfa Nîştimanî ya ji bo Efrînê” bi armanca şermezarkirna dagirkeriya Tirk û eşkerekirina sûcên wê yên li Efrînê hemleyek ragihand.

Însiyatîfê di daxuyaniyeke xwe de ku li ser malperên xwe yên fermî weşandiye, tê de wiha hat gotin:

“Di çarçoveya hemleyê de wê rêzeçalakî li cih û demên cuda werin lidarxistin. Pê re wê hemleyeke haştagê li ser hemû malperên medya sanal dest pê bike. Bi taybet twitter da ku em fedekariyên gelê xwe yê berxwedêr û êşa Efrînê (Çiyayê kurmênc) rave bikin ku rastî hemû cureyên sûcan tê.”

Girêdayî heman mijarê gelek kesayetên rewşenbîr û rêxistinên sivîl piştgiriya xwe ya bi însiyatîfê re ragihand.

Rêxistin û saziyên kar û barên koçberan ên li kantona Şehbayê bi rêya rêzedîmenan piştgiriya xwe ya bi hemleyê re ragihand.

Gelek hunermend û rewşenbîran li ser hesabê twitterê yê însiyatîfê dîmen belav kirin û bi rêya wê piştgiriya xwe ya bi îsniyatîfê re rave kir. Her wiha bang li kurdistaniyan û dostên gelê Kurd kirin ku tev li însiyatîfê bibin. Di nav de lêkolîner û nivîskar Kakşwar Ormar ê ji Rojhilatê Kurdistanê, hunermend Peywan Arjîn, Hozan Kawa, Hekîm Sefqan, Şivan Perwer û gelek kesayetên din jî hebûn.

Tê payîn hemle di saet 19:00`an de li gorî dema Rojava destpê bike.

Her wiha îsniyatîfê banga lidarxistina çalakiyeke protestoyî li bajarê Bonê yê Almanyayê di 19`ê Çileyê de kir. Însiyatîfê banga lidarxistina heman çalakiyê li bajarê Odense li Danmarkayê di 16`ê Çileyê de kir.

ANHA

Back to top button