ManşêtNûçePYD

KCK: Yekîtiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê hemû êrîşan têk bibe

Hevserokaytiya konseya rêvebir a KCK peymek pîrozbahiyê bi boneya li dar xistina kongreyê 9emîn a Partiya Yekîtiya Demokrat PYD şand.

Di peyamê de wiha hat:

Ji bo kongreya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD

Em 9’emîn Kongerya we li gelê rojava û bakur û rojilatê Sûriyê û gelê Kurdistan û tevayê gelên Rojhilata Navîn , PYD di şoreşa rojava û bakur û rojhilatê Sûrî bi têgeha netewa demoqratîk û bi avakirna civakî demoqratîk ji bo gelê herêma rojhilata navîn û mirovatiyê xizemeyek mezin pêşkêşkiriye. Bakur û rojhilatê Sûrî îro bûye giraveke azadî û demoqrasiyê di Rojhilata Navî de. Ji bo Rojhilata Navîn de ku dinavaolperstî, mezhep perestî û sixurtiyê de fetisiye bûye nefes, bi netewa demoqratîk ji bo pirsgirêkan çawa çareser bike rê daye nîşan dan. Heta niha li ser esasê azadiya jin ku civaka demoqratîk avakiriye em bawerin ku wê di dema pêşde jî bi xurtî pêşve bibe û serkeftinan çêbike.

Pirsgirêka bingehîn a rojhilata navîn ne demoqarîtkirin û sedema wê jî zihinyeta deweltê ye .

PYD di şiksitina vê zihniyetê de roleke mezin lîst û bû modela partiyên bi vî rengî karin li himber hemû rengên êrîşa li berxwe bidin.

Dewleta Tirk îro tehdîda dagirkeriyê dike divê tehdîd cidî bêne girtin. Ev eîriş bi têgeha şerê gel ê şoreşger ku xwe di spêre hêza xwe a xweser kare vala derxe.

Gel ancak bi hêza xwe a xweser karin êrîşan vala derxin ev rastî ji bo kurda hîn bêtir derbas dare. Li ser bibgeha zihniyeta demoqratîk gel gel tevlî berxwedanê bibe kare hemû êrişan vala derxe.

Em bawerin bi yekîtiya gelên Kurd, Areb , Suryan , asur û ermen , tirkemen û hemû pêkhate bi parastina şoreşê karin bibin mînak di rojhilata navînd.

Em bawerin ku wê kongreya we bi serkeftî derbas bibe em ji niha ve ji bo hemû beşdarvanan serketinê dixwazin

Hevserokaytiya konseya rêvebir a KCK

Back to top button