ManşêtNûçe

KCK: Heta azadiya gelê Kurd û Rêber Apo wê berxwedan bidome

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wisa ye:

“Gelê me yê li Ewropayê 8 sal in li bajarê Strasboûrgê li pêşiya Parlementoya Ewropayê bênavber ji bo azadiya Rêber Apo di nobetê de ne. Em gelê xwe û dostê xwe yê li Ewropayê ji ber vê çalakiya herî demdirêj a cîhanê pîroz dikin. Ev çalakî îrade û israra têkoşîna azadkiririna Rêber Apo nîşan dide. Vê îradeya ku li ba hemû gelê Kurd heye, wê di demeke kurt de Rêber Apo azad bike.

8  sal in her hefte komek nobetê digire û ev jî tê wateya ku li der dera Ewropayê gelê me di vê çalakiyê de cih digire. Nîşanî hemû dinyayê hatiye dayîn ku Rêber Apo rêberê vî gelî ye. Di warê pûçkirina komplo û komplogeran de vê helwesta gelê me diyarker e. Xwedîlêderketina gelê me, hêz û moraleke mezin dide Tevgera me ya azadiyê.  Tevgera me ya azadiyê û gerîlayên me yên fedaî her dem li ber xwe didin.

Gerîla di serî de hemû hêzên têkoşer ên Tevgera me ya azadiyê bi hêza ku ji xwedîlêderketina Rêber Apo digire, heta azadiya Rêber Apo û gelê Kurd wê têkoşîna xwe bidomîne. Bi têkoşîna gelê me yê li her çar parçeyan wê Rêber Apo, gelê Kurd û Kurdistanê azad bibin.

Em gelê xwe û dostê xwe yê li Ewropayê yên 8 sal in çalakiya nobetê bi rê ve dibin, bi rêz û hurmet silav dikin û soza xwe dubare dikin ku em ê di sala 22’an de komplogeran têk bibin.”

 

Back to top button