ManşêtNûçe

​​​​​​​KCDK-E bang li gel kir: Li dijî êrîşên Tirkiyê bertekên xwe yên demokratîk nîşan bidin  

Dewleta Tirk, navenda Kobanê jî di nav de, gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan ber bombeyan. Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bal kişand li er wê yekê de ku êriş û polîtîkayên qetilamê yên bi ser Kobanê de berdewam in û banga hestewariyê kir.

KCDK-E’yê di daxuyaniya xwe de ev tişt got:

“Erişên dewleta Tirk a qirker a neyarê kurdan bê navber berdewam in. Qet nabêje zarok in, jin in, kal û pîr in, bi armanca qetilkirina Kurdistaniyan êrişan dike. Di bombebarana li Kobanê hat kirin de Ebid Mihemed Hecî yê 12 salî hat qetilkirin û 3 jê jî birîndar bûn. Kobanê kirine hedef û gelek cih û warên sivîlan ên li nêzê sînoran rû bi rûyê gefeke bi cidî ya qetilamê ne.

Diyar e ku wê êrişên dagirkeriyê yên bi armanca qirkirinê hêj zêdetir bibin. Mehên dawîn êriş bi ser cih û warê sivîlan de hatine kirin û bi van êrişan sivîl hatine qetilkirin.

Ji ber êrişên dagirkeriyê yên bi çekên giran tên kirin, jiyana bi hezaran mirovên me di xeteriyê de ye. Em li dijî van êrişan qirkirinê bang li gelê xwe dikin ku hestyar bin û vê hovîtiya dewleta Tirk di nava xelkê Ewropayê de bikin rojev û teşhîr bikin.

Em wek KCDK-E bang li gelê xwe dikin ku li dijî van êrişên bi armanca qirkirinê bi ser Rojava de tên kirin û sivîlan dikin hedef, bertekên xwe yên demokratîk nîşan bidin”.

ANHA

Back to top button