Bi dehan şêniyên bajarê Tel Temirê ji “Ereb, Kurd û Suryan…” ber bi bajarê Hesekê ve ketin rê, da ku li ber navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajêr kom bibin û ber bi meydana berxwedanê ya bendava Tişrînê ve bimeşin.
Karwanên şêniyên Til Temirê sêyemîn karwan e, ku ber bi bendava Tişrînê ve diçin, da ku beşdarî dewreyên gel bibin û piştgiriya berxwedana Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Yekîneyên Parastina Jin bikin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi top, balafirên şer û balafirên keşfê yên bêmirov ên li ser bendava Tişrîn zêdeyî mehekê ye berdewam dikin û di encamê de ziyaneke mezin gihandiye bendavê