ManşêtNûçe

Jinên Kurd li Bîelefeldê 8’ê Adarê pîroz kirin

Li bajarê Bîelefeldê yê Elmanyayê, bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi pêşengiya Jinên Ciwan ên Xwendekar (JXK) çalakiyek hate lidarxistin.

Pîrozbahî li Navenda Civaka Gelê Kurd a li Bîefeledê pêk hat. Qada çalakiyê bi posterên şehîdên şoreşê hate xemilandin. Destpêkê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin.

Di çalakiyê de nûnerên JXK û TJK-E’yê peyam dan.

ARÎN MÎRKAN HATE BÎRANÎN

JXK’ê têkildarî Şehîd Arîn Mîrkan kurtefîlmek nîşan da. Jinên ciwan gotin, “Hevala Arîn îro li tevahiya cîhanê bûye sembola têkoşînê. Weke jineke ciwan li dijî çeteyên hov ên sîstema baviksalar têkoşiya û bi îradeya xwe bû sembola berxwedanê ji jinên Kurd û jinên cîhanê re.”

Di çalakiyê de standek ji pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, kovarên Xwebûn, Stêrka Ciwan û broşuran hate danîn.

ANF

Back to top button