ManşêtNûçe

Jinên Kobanê: Divê jin li beramberî tundiyê bêdeng nemînin

Li dijî tundiya li ser jinê, bi sedan jinên Kobanê daxuyaniyek dan çapemeniyê û gotin: “Wê hemû rojên me têkoşîn be, divê jin li beramberî tundiyê bêdeng nemînin.”

Di çarçoveya çalakiyên li dijî tundiya li ser jinê, îro jinên Kobanê bi daxuyaniyekê çapemînî li qada jina azad hatin gel hev.

Di daxuyaniyê de hemû sazî û dezgehên jinan Kongreya Star, Rêxistina Sara ya li dijî tundiyê, Mala Jinê, Desteya Jinê, Jineolojî, Komîn, Meclis û bi sedan jinên Kobanê tevli daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de wêneyên hersê xwîşkên Mîrabel, Sakîna cansiz, Leyla Şaylemez, Fîdan Dogan, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir, Fatma Uyar, Hevrîn Xelef, Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl û gelek jinên din hatin hiligirtin û alên Kongreya Star û pankertên bi nivîsa “Ji dagirkerî û qirkirinê re na, em ê jin û Jiyanê biparêzin” hatibin rakirin. Daxuyanî ji aliyê Endama Kongreya Star a Kantona Kobanê Madlên Şêx Xidir ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Bi boneya têkoşîna li beramberî tundiya li ser jinan, em di serî de her sê xwîşkên Mîrabal bi minetdarî bi bîr tînin û di şexsê wan her sê xwîşkan de, tevahî jinên ku li hemberî pergala faşîst, tunekar, dagirker û tunderew, li ber xwe dane û gihîştine asta şehadetê, bi bîr tînin û soza berdewamkirina rêya wan lehengan didin.

Bê guman tecrûbeya têkoşîna xwîşkên Mîrabel, Roza Luksemburg, dayika Gulnaz, Hemîde Tahir, Bêrîtan, Sakîne, Zekiye û tevahî jinên Kurdistanê ku îro li Çiyayê azadin û bi felsefeya Rêber Apo têkoşîna me berdewam dike. Helbet ev tecrube û berxwedana van jinan di roja me de bûye çavkanîya sûdwergirtinê û cihê hêz û moralê, lewma tucarî jin dev ji vê xeta tekoşînê bernadin.

Di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de, bi awayekî xurt statuya jinê hat avakirin, ev jî berhema keda jinan a bi hezar salan e. Di hundir şoreşê de, di hemû aliyan de jinan xwe bi rêxistin kirin û bûn hêzeke fikrî, siyasî, civakî, leşkerî û dîplomasî û êdî gihîştin astekê ku kar û barê şoreşê bi rêve bibin, lê tevî ku evqas pêşketin bi destxistine jî, dîsa jî bi awayekî bi eşkere û xurt tundîya ku li ser jinan tê kirin derdikeve pêş.  Em bang li tevahî jinên cîhanê dikin ku li hemberî kiryar û tundiya li ser jinê bi yek ruhî , yek dengî  bi hev re asta têkoşîna xwe bilind bikin û destkeftiyên jinan biparêzin.”

Daxuyanî bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

Back to top button