ManşêtNûçe

Jinên ciwan li dijî êrîşên Tirkiyeyê meşiyan

Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk û hedefgirtina jinan Tevgera Jinên Ciwan yên Herêma Cizîrê meşeke girseyî li dar xist.

Tevgera Jinên Ciwan a Herêma Cizîrê bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk û hedefgirtina jinan bi dirûşma “Serhildana jinên ciwan tolhildan e”  meşeke girseyî  li dar xistin. Meş bi tevlîbûna endamên jinên ciwan ên Herêma Cizîrê, ciwanên partiyên siyasî, endamên sazî û dezgehên sivîl pêk hat. Meş ji çerxereya şehîdan dest pê kir û li çerxereya Sonî ya bazara giştî veguherî mêtîngê.

Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, axaftin hat kirin.

Ser navê Jinên Ciwanên Rêveberiya Tevgera Jinên Ciwan yên Herêma Cizîrê Ozgur ronî axaftin kir û wiha got: “Em weke jinên ciwan bi rihê germahiya 19’ê Tîrmehê em berxwedana gelê xwe silav dikin. Dewleta Tirk a faşîst hebûna xwe bi qirkirina gelê me dibîne, li her derê êrîş dike û dixwaze me tune bike. Dewleta Tirk bi van kiryarên hovana dixwaze vîna me jinan bişkîne. Mirovên ku dixwazin bi fikre azad bijîn dibin hedefa êrîşan, da ku di şexsê wan de civaka me tune bikin.  Em soz didin ku em ê şopedarên têkoşîna tevahî jinan bin.”

Meş bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

JINNEWS 

Back to top button