CiwanManşêtNûçe

Jinên Ciwan banga bilindikirina tekoşînê li tecrîdê kir

Dewleta Tirk a dagirker binpêkirinên li dijî rêber Ocelan û tecrîdê dewam dike û nahêle ku hevdîtinê bi malbat an jî parêzerên xwe re pêk bîne.

Di vê der barê de Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Hesekê bi daxuyaniyekê tecrîdkirina rêber Ocelan şermezar kir. Berdevak meclîsa ciwanên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ahîn Elî daxuyanî li pêşiya dibistana Fewaz Çolî ya taxa Nasrayê xwend.

Ahînê anî ziman ku dê berxwedana ciwana ji bo şikandina tecrîdê dewam bike û wiha got: “ji bo şikandina tecrîdê û azadiya rêber Ocelan, em ê li ber xwe bidin.

Di 15`ê sibata 1999 de, dewletên komploger xwestin ku roja me tarî bikin. Li gorî berjewendiyên xwe yên kaptalîzmê kar kirin û li ser şikandina vîna gelên herêmê li hev kirin.”

Ahîn Elî bi bîrxist ku dewleta Tirk a faşîst her roja tecrîda li ser Ocelan giran dike û li dijî hemî gelên azadîxwaz disekine û wiha dewam kir: “tevî ku 21 sal di ser re derbas bûn, lê belê ev koploya navdewletî hîna dewam dike. Her wiha berxwedanî jî berdewam e.”

Ahînê bi domdarî got: “hemî ciwanên ku bi rêber Ocelan ve girêdayî ne, tekez kirin ku dê li ser fikirê Ocelan jiyan bikin. Bi taybetî jî jinên ku bi saya rêber Ocelan ji tarîtiya civakê xwe rizgar kirin.”

Piştî xwendina daxuyaniyê siloganên ku berxwedana Ocelan silav dikin û tecrîdê şermezar dikin her wiha banga azadiya wî dikin, hatin berzkirin.

Back to top button