ManşêtNûçe

​​​​​​​Ji Swîsreyê kampanyaya piştgiriya rojnamevanên Kurd ên destgîrkirî

Li hemberî destgîrkirina 21 kesî ku 20 jê rojnamevan in, di 8’ê Hezîranê de li Amedê hatin destgîrkirin, nerazîbûn zêde dibin. Li Swîsreyê tevî SOLIFONDS, Mojust International Fondation, medico international schweiz, Plattform fu¨r Frieden und Solidarita¨t, SP Schweiz, Collectif Question Kurde de l’Université de Genève, Basta, Demokratische Juristinnen und Juristen der Schweiz DJS, Solidarité sans frontières, VERT-E-S Suisse zêdeyî 20 saziyên civakî yên sivîl, partiyên siyasî û rêxistinên maf bangek kirin û xwestin rojnamevan tavilê bêne berdan. Di metna bangawaziyê de işaret bi zêdebûna zextên li ser azadiya fikir û îfadeyê ya li Tirkiyeyê hate kirin û hate ragihandin ku Tirkiye ji bo rojnamevanan bûye mîna girtîgehekê.”

Di daxuyaniyê de bang li Tirkiyeyê hate kirin ku li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigere û rojnamevanên destgîrkirî tavilê berde.

ANHA

Back to top button