CivakManşêtNûçeXweserî

Konferansa Jinan a Reqayê bi encama bû

Konferansa Rêveberiya Jinan a Reqayê bi hilbijartina rêveberên pêvajoya nû ya xebatên Jinan li herêmên cûda û girtina biryaran bi dawî bû. Konferans ji aliyê gelek dezgehên Ragihandina herêmî û derve hate şopandin. Ji wan kû ajansa Hawar ANHA jî ji despêka vekirina Konferansê şopandiye, herweha em encamên Konferansê ji ajansa Hawarê digirin.

Bi drûşmeya “Bi Vîna Jina Tekoşer Gel bi Yek bûn” Yekemîn Konferansa Rêveberiya Jinan a Reqayê hat pêkanîn. Konferans bi beşdarbûna sedan delegeyan, mêvanên ji herêmên Firat, Cizîrê, Minbic, Tebqa û Dêrazorê li Hola Tac a navenda bajarê Reqayê li 2 Gulanê de hate lidarxistin.

Piştî erêkirina bendên rêziknameyê, rapora salekê ya xebatên Rêveberiya Jinan a Reqayê ji aliyê Horiya Igêl ve hate xwendin.

Di berdewama konferansê de ji bo hilbijartina endamên rêveber ên Rêveberiya Jinan a Reqayê dengdan pêk hat. Kesên hatin hilbijartin ev in;  Xewla El-Îsa, Meryem El-Ebo, Zuleyxa Ebdî, Xalya Kecwan, Horya Igêl, Sewsen El-Xelef û Fehîma El-Casim.

Piştre biryarên ku di konferansê de hatin girtin ji aliyê Buroya Jin a Meclisa Sivîl a Reqayê Feyrûz Xelîl ve hate xwendin. Biryarên hatin girtin wiha ne;

-Li hemberî hemû gefên li ser herêmên rizgarkirî têkoşîn were kirin.

-Li hemberî dagirkeriya Tirkiyê li ser xaka Sûriyê têkoşîn were kirin.

-Bi armanca ku xzext li aliyên navdewletî were kirin da ku jin rola xwe di çarçeserkirina aloziya Sûriyê û hunandina destûrê de hebe, xebat were meşandin.

-Piştgirî bi berxwedana jinên têkoşer ku banga azadiya gelan dikin were kirin.

-Ji bo qezenckirina desteka navdewletî ya li dijî berhamehiyên terorê û cezakirina wan, xebat were meşandin.

-Danasîna mafên jinan bi zilaman re.

-Li hemberî hemû curd gendeliya di civakê de têkoşîn were kirin û li hemberî kesên ku gendeliyê belav dikin biryar werin girtin.

-Zêdekirina pêngavên perwerdekirina jinan.

-Ji nû ve sazkirina meclis û komînên jinan.

-Hejmara jinan di nava Hêzên Parastina Civakê de were zêdekirin.

-Aktîvkirina Dada Civakê û koordînekirina bi dadgeha Reqayê re.

-Pêşxistina rola jin di werzîşê de bi rêya vekirina navendên werzîşê bi koordîneya aliyên têkildarî re.

-Derbarê berhemên hunerî û çandî yên jinan mîhrîcan werin lidarxistin.

-Qedexeye jin di saziyan de rûyê xwe bigire.

Di dawiya konferansê de encamname ji aliyê Meryem Îbrahîm ve hate xwendin. Di encamnameyê de, rêveçûna konferansê û bernameya qonaxên dema pêş hatin eşkerekirin.

 

Back to top button