ManşêtNûçe

Ji hunermendên Kurd banga tevlêbûna meşa Dusseldorfê

Bi pêşengiya Înîsiyatîfa Kurdistanê Biparêze (Defend Kurdistan) wê di 25’ê Hezîranê de li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê meşa mezin bê lidarxistin. Bi dehan rêxistinên Kurdan, Tirk û Elmanan piştevaniya meşa li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û bêdengiya welatên rojavayî dikin.

Hunermendên Kurd ên li Ewropa dijîn jî bi peyamek dîmen piştevaniya meşê kirin û banga tevlêbûna meşê kirin. Hunermendan, li hemberî xiyanetê, dagirkerî û mêtingeriyê, li dijî hemû êrîşan, li dijî qirkirin û asîmîlasyonê, li dijî neheqiyê banga meş û parastaina Kurdistanê kirin.

ANF

Back to top button