ManşêtNûçe

Ji dagirkirina Efrînê ve 8 hezar kes hatine revandin

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo, diyar kir ku li Efrîna ku di bin kontrola Tirkiyeyê de ye, heya niha li bajar 8 hezar kes ji aliyê çeteyên Tirkiye piştgiriya wan dike ve hatine revandin. Tenê di nava 2 mehên borî de herî kêm 120 kes hatine revandin.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re diyar kir ku li Efrîna ku di bin kontrola Tirkiyeyê de ye, heya niha li bajêr 8 hezar kes ji aliyê çeteyan ve hatine revandin. Tenê di nava 2 mehên borî de  herî kêm 120 kes hatine revandin.

Şêxo, da zanîn ku li Efrînê ku di 18’ê Adara 2018’an de bi destûra Rûsyayê ket bin kontrola Tirkiyeyê û komên paramîlîter, li hemberî efrîniyan, gelek zext û zorî hatine kirin û ji ber vê gelek kes ji bêgavî koç kirine. Şêxo got: “300 hezar mirovên me ji bêgavî koç kirin. Li şûna kurdan û xwecihên Efrînê 450 hezar tirkmen, ereb û filîstînî anîn li vira bi cih kirin. Rêjeya xwecihên Efrînê li dor ji sedî 95 bû, lê piştî vê dagirkirinê daket ji sedî 25’an. Kuştin, revandin û komkujiyên wan li ber çavan e. Heya niha di ser 700’î re mirov hatine kuştin. Di nav vana de jin û zarok jî hene. 590 kes jî bi awayekî dijwar hatin êşkencekirin û ew birin xistin girtîgehên Tirkiyeyê. Ji ber zilma çeteyan, 80 jin xwe kuştin. Li hemberî bêehlaqîtiyê ji bêgavî dawî li jiyana xwe anîn. Dest dirêjî 70 heb jin hat kirin. Gelek jê jî bi zorê zewicandin. Ên birîndar pir bûn. Ên destên wan çûn, ên çavên wan. Rojên pir zor û zehmet derbas kirin.”

Şêxo, diyar kir ku 28 goristan jî hatine xerakirin û got: “Ji ber ku li ser goran sembolên kurdî hebûn xera kirin an jî ji bo diziya tirbeyan bikin ew xera kirin.”

Şêxo, destnîşan kir ku li herêmê qetilkirina xwezayê jî diome û heya niha li herêmê 400 hezar darên zeytûnan hatine birîn û bi sedhezaran hektar erd hatine şewitandin û got: “Darên li navçeya Cindiresê û yên li navçeya Şiyê û yên li Çiyayê Hawarê hatin birîn. Li nav Efrînê jî dar hatin birîn. 17 hezar darên zeytûnan hatin şewitandin, 20 hezar dar jî ji kokê de hatin rakirin.”

Şêxo, da zanîn ku Tirkiyeyê di sala 2018’an de 70 ton, di sala 2019’an de 50 ton û di sala 2020’î de jî 90 ton zeyt diziye û zeytûnên hatine dizîn jî li Spanyayê firotine û ji xwe Odeya Bazirganiyê ya Antalyayê di sala 2020’an de ragihandibû ku dê 100 hezar ton zeyt bibin Emerîkayê û bifiroşin.

Back to top button