ManşêtNûçe

Ji bo şermezarkirina kuştina “Jîna Emînî” xwepêşandaneke li Qamişlo hat li dar xistin

Îro Duşemê, Kongreya Star ji bo şermezarkirina kuştina jina ciwan a Kurd “Jîna Emînî” xwepêşandanek girseyî li dar xist.

Di xwenîşandanê de, jinan porê xwe û şerbên xwe şewitandin û hevxemiya xwe bi jinên “Rojhilatê Kurdistan” re bi riya şewitandina şerbên xwe nîşan dan û hêrsa xwe li hember tawanên neexlaqî yên li Îranê li dijî jinan nîşan dan.

Xwepêşandan ji çarxereya “Osman Sebrî” ya bajarê Qamişlo destpê kir bi beşdariya bi sedan ji jinan.

Di xwepêşandanê de wêneyên jina ciwan a Kurd “Jîna Emînî” li gel wêneyên jinên têkoşer hatin bilindkirin.

Dema ku xwepêşandana jinan gihişt medîna elşebab li bajarê Qamişlo, hin jinan di nava tilîlî û dirûşmeyên silavkirina serhildan û berxwedana şervanên Îranê de porê xwe û şerbên xwe şewitandin.

Piştre li ser navê Kongra Star axaftinek ji aliyê “Rîhan Logo” ve hat kirin û di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Ji Rojava, Bakurê Rojhilatê Sûriyê em têkoşîna jinan û hemû gelên ku ev zêdetirî hefteyekê li rojhilatê Kurdistanê Îranê li ber xwe didin li dijî neheqî û tundiyê, silav dikin.

Herwiha got: Em Kongra Star li ser navê xwe û li ser navê hemû jinan, ji tevgerên jinan, partî û sazî, vê kiryara cinayetkar ku tu eleqeya wê bi mirovahiyê re nîne, bi tundî şermezar dikin: Em bang li hemû rêxistinên mirovî dikin ku vê tundiya li ser jinê rawestînin û ev kiryar dê ji bo hemû kesên ku li hemberî vê neheqiyê li çepikan didin, piştgirî dikin û bêdeng dimînin, şerm bimîne.

Rîhan Logo di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jin, rêxistin û kesayetên banga azadî û demokrasiyê kir ku li her cihê lê bin, tevlî berxwedanê bibin, û got: Ji ber ku têkoşîna wan têkoşîna me ye û azadiya jinê azadiya hemû jinan e, ji bo ji holê rakirina baviksalarî, kapîtalîzm û faşîzmê divê li hemû cîhanê mil bi mil têbikoşin.

Axaftina xwe bi dirûşmeya “Jin, jiyana, azadî” bi dawî kir.

     

Back to top button