DaxuyanîManşêt

Ji bo raya giştî

Di çarçoveya êrîşa berfireh a ku li hember gelê me û şervanên azadiyê pêk tê ji hêla faşîzma Tirk û bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê û bi tevlîbûna sererast a pîşmergeyên Roj ên terorîst.

Li şûna ku Meclisa Niştimanî ya Kurdî li dijî vê siyaseta tunekirinê bisekinie, tawanbarkirina partiya me bi şewitandina nivîsgehên wî û terorîzmê ew e nakirinnek din e li ser asta peywendiya wî ye bi dijminên gelên me re ku heman ziman û rafterê bi kar tîne.

Meclisa Niştimanî ya Kurdî ku heta niha newêrîbû li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ser herêmên dagirkirî daxuyaniyekê bide, û hîn jî girêdayî Îtîlafa Sûrî ye ya ku siyaseta tunekirinê der heqê gelê me li Efrîn û Serê Kaniyê pêk tîne û xaka me dagire dike ne zehmete ku êrîşî li ser partiyekê bike ku pêşengtiya şoreşa ku bi hezaran şehîdan dabû kir.

Li şûna raghandina Emîndariya giştî ya Meclisa Niştimanî ya Kurdî li ser dilsoziya siyaseta dijminatiya li dijî gelê Kurdistanê, diviyabû li cem gelê xwe bisekine zanibe û çalak be bi bertekên wê yên niştimanî û li dengên wan guhdar bike, û bang li berpirsyarên Partiya Demokratîk a Kurdistanê bike ku dev ji peymanên bi faşîzma Tirkiyê re berde ku birayran dide hêzên xwe yên terorîst yên girêdayî wê ku şerê Girîla neke li gel artêşa faşîzm a Tirk.

Em weke gel li hember êrîşekê tên ku hebûna me armnac dike, û tiştê ku li çiyayê kurdistanê tê kirin ew şerê li dijî hebûn û nasnameyê ye, kesê ku hîs neke û nizanibe rewş çawa ye wê dîrok wî efû neke, ji ber vê yekê divê em li hember vê zilmê bi îradeyek xurt bisekinin, an jî em ê sedsalek tam ji demê winda bikin. Ji ber vê yekê em bang li hêzên siyasî yên Kurdistanî dikin ku helwestek cidî bigrin ber bi her kesê ku dixwaze bi çarenûs û pêşeroja gelê me bilîze li hember peymanên arzan.

Em weke Partiya Yekîtiya Demokrat PYD redkirina xwe ji siyaseta kar û lihevkirinê nû dikin, û helwestên rûreş ên Meclisa Niştimanî ya Kurdî şermezar dikin, careke din tekez dikin weke ku Girîla mertalek bû ji gelê xwe re li Kobanê û Hewlêrê, Kerkûk, Mihabad û Amed, em ê jî mertla bin ji gelê xwe re di berxwedana wan ya lehengî.

Îro roja parastina rûmet û hebûna me ye, ji ber vê yekê em bang li he çar parçeyên Kurdistanê dikin ku yek ref bin bi şervanên azadiyê re li pêşiya siyaseta îxanet û tunekirinê.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD

2022-4-21 

Back to top button