DaxuyanîManşêt

Ji bo raya giştî

Dîrok şaghidê tekane ye li ser meznahiya mirovahiyê û destkeftiyên hatin bidest xistin bi taybet meznahiya dayikbûnê ya jinê, ji ber vê yekê ew pîroz bû û karîbû bibe pêşeng di hemû waran de û ev jî bû sedema ku şoreşek mirovî ya mezin çêbibe.

Lê jinê di vê dema heyî de û di pêvçûnên zihniyetan û hêzên desthilatdarî li hemberî hemû awayên tundiyê li tevahiya cîhanê, tê bi taybet li herêmên şer, ya ku bû çerxereyek reş ku tê de komên lawaz li hember zextan bi karanîna awayên şerê taybet rû bi rû dimînin,, bi taybet jin û ciwan, ji ber ku em di reşweke şer jiyan dikin, lê li hember wê li herêmên Rêveberiya Xweser li bakur û rojhilatê Sûriya mîraseke mezin heye ji têkoşîn û berxwedana gelêrî û bi tevlîbûnek çalak ji hêla jinê, ku karîbû hebûneke îdarî taybetî wê û civaka wê ava bike, û şerê li dijî têkbirina DAIŞ’ê ji pirsgirêkên mezin bû li herêmê, û di der barê wî şerî de hêza jinê û cewhera wê ya rastîn derket di têkbirina zihniyeta tundraw a desthilatdarî, ev hemû neketin berjewendiyên dijminên demokratîkê yên tenê hebûna jinan weke model didîtin û ne weke cewher, ji bo jin şerê xwe yê mezin ku di civakê de zihniyeta baviksalariyê ji holê rakin, wan dixe nava gelek xetereyan, ji ber vê yekê di demên dawî de gelek rewşên kuştina jinan û zarokan belav bû û xwekuştina wan li herêmên bakur û rojhilatê Sûriya di bin hincet û drêşmeyên cuda, jê sûcên şerefê û hinek jê bi navê adatên berê, ev hemû me li pêşiya zehmetiyên dijwar derdixe, ji bo ku em tekoşîna li hember hemû zîhniyetên heyî yên ku hemû rêbazên şerê taybet li hember civakê bi tevahî bi kar tînin bisekinin, û di serî de kategoriya ciwanan ji ber ku ew hêzên dînamîk ên ji bo xurtkirina demokrasiyê di civakê de, bi mebesta ku civakê ji cewhera wê dûr bixe û di tevliheviyek mezin de bijî.

Em di Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê van binpêkirinên berdewam derheqê jinê şermezar dikin. Û bang li civaka xwe dikin ku hişyar bin û nekevin nav bandorên şêwazên şerê taybet, her wiha bang li jinan dikin ku di rûbirûbûna hemû pêkanînên şerê taybet derheqê wê û derheqê civaka wê, û di serî de kategoriya ciwan de, rola pêşeng bilîzin.

Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD

2021-9-1

Back to top button