DaxuyanîManşêt

Ji bo raya giştî

Efrîn sala xwe ya sêyemîn di bin dagirkerî û terorîzma Tirk, û hemû taybetmendiyên kuştin û Gynoside yên ku bi ti awayî li mirovahiyê ne elqdar e de temam dike.

Efrîn, ya ku modelek demokratîk bû li dora bingeha biratiya gelan, azadiya jinan û fedakariya hebûna wan û di pêşengtiya civakê de kom bû, Efrîn ji bo hemû bajarên Sûriyê bû mînakek zindî, dema ku saet êş û helwestên dîrokî lê da û daholên şerê navxweyî, herêmî û navneteweyî li ser ax û erdnîgariya Sûriyê xistin ya ku parçe û dabeş kirin, bi hezaran herêm bûn girêdayî çete, kom û rêxistinan piştî ku şoreşa Sûrî ji riya xwe dûr ket û bû cihê hewldana hemû cîhadî û terorîstên cîhanê, û piştî ku Tirkiya wan rêvebir û van koman îdyolojî kir, da ku her devera ku azadî û vîna jinan, biratiya gelan û rûmeta mirovahiyê wêran bike.

Di 20. 1 .2018’an Dewleta Tirk a dagirker rê da hemû komên xwe yên nijadperest, barbar ên terorîst ku ji taybetmendiyên mirovahiyê dûr in, ku hemû amûrên xwe yên leşkerî û teknolojîk bikar anî, li pey peymanek erzan bi wan re yên ku xwe garantor û parastina serweriya Sûrî dibînin! Ew Federasyona Rûsyayê ye. Tirkiyeyê û bi bêdengiya navneteweyî û piştgiriya NATO’yê êrişa terorîstî ya herî mezin a nîjadperest û faşîst li gund û bajarên ewledar ên kantona Efrînê pêk anî, û her cûreyê sûc, şîdeta sîstematîkî, talan, dagirkerî, û qirkirina etnîkî ku di dema dagirkirina Rojhilata Navîn, Kurdistan, Ewropa û Bakurê Afrîka de ji hêla Empiratoriya Osmanî ve hate bikar anîn.

Mûşek û balafirên dagirkeriya Tirk cûdahî nekir di navbera mirov, malbat, zarokan, çi jin, ciwan û kalepîran, lê belê ew hilweşîner bû, mirov, kevir, xweza, mîrateya çandî û şaristaniya ku ji berbanga dîrokê kirin hedef, û leşkerên wan li ser topavêj û tankên xwe bi Tirkî nivîsandibûn (her malbatek Efrînî hilbijêrin!) û temsîl bi laşê qurbaniyan dikir, li hember wê di der barê mafê rewa gelê Efîrnê parastina hebûn, mirovahî, dîrok û xaka xwe kir, refên xwe rêxistin kir di yek xendeqî de ligel Yekîniyên Parastina Gel û Jin ya ku bi qehremanî şer kir ji bo parastina xaka Efrînê bi hewildana dûrxistina çeteyan ku Tirkiyeyê wan kom kir ji bo dagirkirina xaka wan ya pîroz, hemû pergalên navneteweyî û raya giştî ya cîhanê matmayî ma ji vê berxwedana dîrokî li hember dewletek ku diheisbe destpêka dewletan ji hêla leşkerî, dîroka berê û ya nûjen di rûpelê xwe me bibîrtîne delwetên ku hatin dagirkirin ji hêla dewletên din di der barê çend rojan de, di dema ku berxwedana Efrînê Du mehan berdewam kir bi awayek sabit, di 18’ê meha Adarê û piştî berxwedaneke dîrokî ji hêla keç û xortîn Efrînê, dewleta Tirk Efrîn dagirkir piştî ku Rêveberiya Xweser biryar da ku sivîlan ji qirkirinê xelas bikin ya ku ji hêla dewleta Tirk a dagirker der heqê gelê Efrînê wê pêk anîba, piştî bêdengiya navdewletî, hikumeta Sûriya û Rûsiya bi sed hezaran malbat hatin koçber kirin, her wiha binsaziya bajarê Efrînê hat rûxandin piştî ku bû şahidê pêşketineke mezin ku tu bajareke Sûriya wiha pêş neket bi saya ewlehî û aramiya siyasî û civakî ku gelê me, Yekîniyên Parastina Gel û Jin û Hêzên Ewlekariya Hundirîn pêk anî, û heta dema nivîsandina van gotinan hîn jî gelên me yên di kampên rûmetê de li herêmên Şehbayê berxwe dide li hember hemû rêbaz û siyasetên ku rêjîma Sûrî û Tirkî pêk tîne, îsrara vegerê her û her zêde dibe bi hemû rêbazan, her wiha Hêzên Rizgarkirina Efrînê di operasyonên xwe li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê li Şehbayê û Efrînê berdewam dikin.

Em di Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD doza rizgarkirina Efrînê ji faşîzma Tirkî dozeke çaranûsî û hebûnî dihesibînin, em ê bi hemû hewildanên xwe yên rewa kar bikin ji bo ku hemû cîhan û rêxistinên navdewletî û hiqûqî bibin şahid li ser faşîzm û dijminahiya dewleta terorîst ya Tirkî û xarabûna kiryarên wê li herêmên ku dagirkiriye bi taybet Efrîn, û ji bo dûrxistina xeyalên parçekirinê li ser Sûriya ya ku Tirkiya hewil dide ku xakên din dagir bike bi taybet piştî dagirkirina Serêkaniyê, Girê Spî bi hevpeymanên xerab. Ji ber vê yekê vegera gelê me li xaka xwe ya dagirkirî û pêkanîna aramî û ewlehiyê ew yekemîn ji daxwazên me yên bingehî e di nava Sûriya Demokratîk ne navendî û derketina dagirkeriya Tirkiya ji hemû herêmên yên dagirkiriye ji bo parastina serweriya Sûriya ya ku dewleta Tirk binpêkir, her wiha em dihesibînin ku bidestxistina çareserya giştî ji bo aloziya Sûriya nabe bê yî tevlîbûna Rêveberiya Xweser ya Demokratîk û Hêzên Sûriya Demokratîk di rêveberiya siyasî û leşkerî di pêşeroja Sûriya ji bo danîna çareseriyên radîkal ji doza Kurdî re û misogeriya mafên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriya di destûra pêşerojê de û vegerandina xakên ku hatine dagirkirin di destpêkê de Efrîn.

Rûmet û ebedî ji şehîdên Efrînê re,

Rûmet ji bo gelê me yê berxwedêr li Efrîn û Şehbayê,

Serkeftin ji Hêzên Rizgariya Efrînê re.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Dmeokrat PYD

2021-3-17

Back to top button