DaxuyanîJinManşêt

Jİ BO ÇAPEMENÎ Û RAYA GİŞTÎ !

Lihember Rêber Apo 9’ê cotmeha 1998’an de komploya navnetewî ya hatî pêşxist bi kîn û nefret em şermezar dikin. bi zanebûna rastiya komploya ya dîrokî aliyên wê yên îdeolojîk, felsefîk û sîyasî jibo pêşîlêgirtin û vale derxistinê çalakiyên çemberek ji agir bi şiyara kes nikare “Roj’a me tarî bike” hatin pêşxistin, di şexsê van şehîdan de giştî şehîdên şoreşê bi minnet bîrtînin lihember bîranînên wan bejna xwe ditewînin. 20. Salvegera komployê de weke berdewamiya komployê lihember Serekanî û Girê spî êrîşên dagirkariyê di salvegera wê ya 3. de hêzên dagirker yên dewleta Tirk ya faşîst û hêzên komploger yên ev dagirkerî tasdîk kirine em bi kîn û nefret şermezar dikin. Li dijî van êrîşan di berxwedana rûmetê de yên cih girtin û gihiştin şahadetê di şexsê Zeyneb Amed, Zîn Kobanî, Ronahî Gewda, Daye Aqîde û Hevrîn Xelef de tevahî şehîdan bi rêzdarî û bi minnet bîrtînin.
Rêber Apo derbarê hêzên kapîtalîst, emperyalîst û hegemon yên navnetewî analizên, dahurandinên pargalê û asta rexneyî de dorfirehiya paradîgmayî de roja me îro ruyê rastîn yên van hêzan û di berdêla berjiwendiyên xwe de hemû argûmanên ku civakê ji civakbûnê derdixe û hemû ferzkirinên wan yên pergala koletiyek modern dayîna avakirinê eşkere kiriye. Li dijî vê zihniyeteke alternatîf, pergala civakeke demokratîk ji bo li rojhilatanavîn pêşbikeve projeyên wê pêşxistin. Ev hişt ku Rêber Apo bibe hedefa hêzên komploger. Jibo hegemonya xwe ya cîhanê avabikin dema amadekariyên fetihkirina rojhilatanavîn kirin, li ser bingehê îdeolojîk, siyasî, çandî mûdaxaleya lihember rojhilatanavîn tenê yek kes û îdeolojî li pêşiya wana dibû asteng. Ew jî Rêber Apo û projeyên wî yên demokratîk bûn, jibo wê hêzên komploger mûdaxaleya rojhilatanavîn ji Rêber Apo dan despêkirin. Lewma komploya navnetewî ne tenê lihember Rêber Apo û îradeya gelê Kurd di heman demê lihember gelên rojhilatanavîn jî hatiye pêşxistin. Sala xwe ya 22. de komplo bi hemû aliyên xwe ve eşkereye kû berdewam dike. Komplo roja me îro lihember îradeya gelê Kurd gihiştiye asta qirkirin ê. Şerê li Kurdistanê tê meşandin roja me îro tenê ne lihember hêzên gerîlane, êdî ew jî derbaskiriye li dijî hemû beşên civakî digre nava xwe û gihiştiye asta pevçûnên mezin yên civakî. Lihember van êrîşan êdî ne tenê gelê Kurd hemû gelên cîhanê û yên herêmê, hemû jin, hêzên dijî pergalê, hemû kes û derdorên demokratîk vê bi dilfikarî dibînin û analiz dikin.
Rêber Apo her ku berxwedanê kur dike gelan, jinan ji pergala zilamê desthilatdar qut dike ev dihêle hêrsa hêzên komploger yên desthilatdar mezintir bibe. Di mijara mafên mirovan de qaşo pergala wan ya hûqûqî dema mijar dibe Rêber APO û gelê Kurd kerr, kor, lal dibin. Perspektîfên Rêber Apo yên ji mirovahiyê re pêşkêş dike, jibo berbelav nebe mafê herî biçûk yê azadiya fikir û raman em bigrin heta êrîşên fîzîkî û gelek rêbazên qirêş dixin dewrê. Zilma li Îmrali tê meşandin dixwazin bidin bîrkirin, Rêber Apo dixwazin ji rojeva gelan derxînin ji bo vê rojevên pûç û vala yên gelan bidin mijûl kirin didin avakirin û bi vî awayî êrîşên îdeolojîk didin pêşxistin.
Di meşandina van êrîşan de hûkûmeta AKP roleke çalak girtiye ser milê xwe û hemû destkeftiyên tekoşîna azadiyê, jibo bike malê pergala xwe ya berjiwendîperest nav leyîstokên gelek mezin de ye. Lihember destkeftiyên gelên me yên herêmê serê her kêliyê gefan duxwe û jibo bikarê bibe hêzê hegemon yê herêmê bi hêzên paramîlîter ve dixwazê li her cihî berbelav bike. Vê rastiyê tevahî dinya û gelên me dibînin û dizanin. Bi vî awayî müttefike herî mezin yên hêzên komploger ên navnetewî ne. Vê rola xwe bi vejînkirin û nûkirina Kurdên hevkar û îxaneta dîrokî ve dixwaze bi hêztir bike.
Ruxmê ev komploya dîrokî ya li ser gelê Kurd tê meşandin bi îrade û biryardariyeke xurt berxwedayîneke mezin dide berdewamkirin. Bi destekayîna hêzên komploger yên navnetewî ve êrîşên dagirkerî û yên dervî sînor ên huqûqa şer binpê dikin ji aliyê dewleta faşîst ve tên pêşxistin. Di van pênç salên dawî de, bê navber li dijî polîtîka û topyekûn êrîşên qirkirinê gerîlayên azadiya Kurdisatanê ji her demê zêdetir hem aliyê îdeolojî, sîyasî hem jî di aliyê leşkerî, strateji û taktik de arastekirî hin bi biryar hin bi îrade û fedayiyane berxwedan bilind kiriye. Lihember vê heqîqetê îxanetkarî û hevkariya PDK xistina dewrê de dixwaze encam bigre. Bi rêka îxaneta Kurd jî dema nikare encam bigre, vê carê serî bi riyên çekên ji aliyê hevpeymanên mafên mirovan yên qedexekirî ve dide.
Herweha li beramberî Şengalê bi pîlanên hevkar bi PDK ê re careke din dixwaze êrîşa xwe pêk bîne pêve şerê kurd û kurd bîne holê itîfaqa 9ê Cotmehê ya berdewamiya komployê pêk bîne.
Weke seknekê li dijî komploya navnetewî ya 9’ê cotmehê di sala xwe a 22.’an de; li Qadên Parastina Medya ruxmê tevahî êrîşan berxwedana tê kirin jibo tevahî gelên herêmê û jinan re hêviya berxwedan û serkeftinê dide avakirin.
Di van rojên em dikevin 22. a salvegera komploya 9 cotmehê de li ser erdnîgariya me tekoşîna azadiya hevbeş ya gelan bi destekdayîna hêzên komploger ve xetere û gefên pêşxistina êrîşên nû di rojevê de ne. Ev gef û amadekariyên êrîşan eşkere dide îspatkirin ku komploya navnetewî lihember tevahî gelên rojhilatanavîn e. Bi vê zanebûnê tevahî gelên me yên herêmê li dijî êrîşên komplo nû yên muhtemel pêşbikeve em bang dikin li derdorê rêxistinkirinek bi hêz û tekoşîneke hevpar em berxwe bidin û ser bixin.
Bi paradigma Rêber Apo ya Şaristaniya Demokratîk re şoreşa rojava di pêşengtiya jinan de jiyana azad dide avakirin. Li ser vê bingehê tevahî jinan bi taybet jinên Kurdistanî wê li dijî komploya navnetewî wê tekoşîna xwe bilindtir bikin. Tekoşîna azadiya jin ya pêşdikeve wê azadiya Rêber Apo ya fîzîkî bi dest bixe û wê komploya navnetewî perçe bike. Li ser vê bingehê di serî de jinên bakur rojhilatê Surî, tevahî jinan û gelên herêmê bi hêza çalakiya yekîtiya demokratîk- azad li dijî komploya navnetewî em bang dikin tekoşîna xwe biling bikin û azadiya xwe bi dest bixin.
Koordinasyona Kongra Star
Bimre komploya navnetewî û faşîzma dewleta Tirk a dagirker
Bimre xiyaneta PDK ê
8 ê Cotmehê 2021

Back to top button