ManşêtNûçe

Ji bo bidawîkirina tecrîdê..bi hezaran kes dest bi meşê kirin

Bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (MED-TUHAD FED) bi dirûşma “Li dijî siyaseta tecrîdê, ji bo parastina azadiyê em ber bi Gemlîkê ve dimeşin” meşek tê lidarxistin. Ji bo vê meşa li navçeya Gemlîk a Bûrsayê, girseya gel li Kadikoy a Stenbolê li hev civiya.

Girseya gel ku li Kolana Serasker li hev kom bû ber bi Kolana Bahariye ve wê bimeşe.

Di meşê de Hevberdevkên HDK’ê Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, Hevserokê KCD’ê Bedran Ozturk, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan, Hevserokên HDP’ê yên Stenbolê Îlknûr Bîrol û Ferhat Encu, parlamenterên HDP’ê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), hevserok û rêveberên partiyên SYKP, ESP û Partiya Şoreşger jî hene.

Bi hezaran kesên li çar aliyên Kadikoyê belav bûn, li gel dorpêçiya polîsan jî ber bi Kolana Bahariye ve dimeşin.

Agahiyên berfireh tên…

ANHA

Back to top button