ManşêtNûçe

Însiyatîfa Niştîmanî ji bo Efrînê banga piştgiriyê ji bo kampanyaya hashtagê dike

Însiyatîfa Niştîmanî ji bo Efrînê terora dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Çiyayê Kurmênc û Efrînê ku bi bi êrîşa dagirkirina efrînê 20’ê Çile ya 2018’an dest pê pê kirî bi bîr xist û got, ”Em Însiyatîfa Niştimanî ji bo Efrînê van binpêkirinan bi bîr tînîn û di heman demê de bang li gelê xwe yên li her deverê û hemû dengên azad û demokrat yên cîhanê dikin, ku ji bo piştgiriya kampanyaya me, ya ku di roja bîranîna reş ya çaremîn a êrişa li ser Efrînê de (11.01.2022 / Demjimêr: 19:00 bi dema Efrînê û Şehbayê) despê bike, li dijî kiryarên dewleta Tirk a dagirker û ji bo xwedîderketina doza Çiyayê Kurmênc Efrînê û gelê wê re dengên xwe bilind bikin.”

Insîyatîvê bi berdewamî wiha bang kir:

”Insiyatîfa Niştimanî ji bo Efrînê bangawaziya xwe li hemû kurdên ji Efrînê, hemû Kurdistanî, Sûriyîyên niştimanperwer û hemû dengên azad ên li cîhanê dike, ku ji bo şermezarkirina dagirkirina Efrînê û riswakirina kiryarên dewleta Tirk a dagirker, piştgiriyê bidin kampanyaya me re.

Kampanyayê bi gelek çalakiyên cihêreng û li gelek deveran wê bi rêve biçe, bi taybetî wê bi çalakiya Hashtag(#)’ê destpê bike, ku di hemû tevnên civakî de û bi taybet li ser Twitter’ê bê belav kirin.

Em ê bi hev re ji bo beşdarbûn û piştgiriya ji bo vê kampanyayê, ku em bi hev re karibin bibin dengê gelê me li Efrîn û Şehbayê yên ku wê berxwedanê li dijî dagirkeriyê bilind bikin û Efrîna rengîn rizgar bikin, da ku gelê Efrînê yên neçarî koçberiyê bûne vegerin ser axa xwe, bixebitin.

Em  Insiyatîfa Niştîmanî ji bo Efrînê di heman demê de daxwaza başdar bûn û piştgiriya kampanyaya xwe dikin û em dubare teqez dikin, ku gelê Efrîna berxwedêr dest ji Çiyayê Kurmênc bernade û ew ê li ser piyan bîmîne, heta ku rizgarkirina Efrînê û vegera gelê yên resen wek hemû deverên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên dagirkerî, Serêkaniyê û Girê Spî…

Bi hev re em ser xaka xwe dimînin û bi hev re em vedigerin Efrînê

Bi yekrêziya xwe û beşdarbûna vê kampanayayê em ji dijmin re teqez dikin, ku ew di vê xake de namîne û em ji cihanê re jî teqez dikin, ku çavgirtin û bêdengî tu carî vîna me naşkîne.

Haştag destpê dike di roja çarşemê 19/1/2022

Demijmêr 19:00 bi dema Rojava

Demjimêr 20:00 bi dema Amedê

Demjimêr 18:00 bi dema naverasta Ewropa Brukselê”

ANHA

Back to top button