Seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed êrişa duh (sêşemê) ya li Qamişloyê pêk hat û di encamê de 3 welatiyên ji malbata Gulo şehîd bûne, wek komkujiyeke hovane bi nav kir.
Îlham Ehmed bi rêya hesabê xwe yê Twitterê wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker li bajarê Qamişlo komkujiyeke hovane pêk anî, di encamê de 3 sivîlên ji heman malbatê bûn qurbanî. Heta kengî dê cîhan li hemberî hovîtiya vê rejîmê bê deng be. Em bang li hemû Kurdan û dostên gelê Kurd dikin ku ji bêdengiya xwe derkevin. Em bang li civata navneteweyî jî dikin ku sînorekî ji binpêkirinên dewleta Tirk ên li hemberî Kurdan re deyne û li ser sûcên wê hesabê ji dewleta Tirk bixwaze.”
ANHA