ManşêtNûçe

Îlham Ehmed: Helwesta me ya li ber qirkirinê divê yek be

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed di saet 3‘yê piştî nîvro li Qada Xak a Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê li ser mijarên weke krîzên li Sûriye, Iraq, Rojhilatê Navîn û cîhanê, êrişên li ser Kurd û Kurdistanê semînerek da. Bi dehan kesayetên rewşenbîr, siyasetmedar û rojnamevan beşdarî semînerê bûn.

Seroka Desteya Rêveber MSD’ê Îlham Ehmed anî ziman ku pêşketinên giring û kirîzên mezin hene û got: “Sedemên van krîzan sîstema heyî ya hêzên serwer in derdikeve. Şerê Ûkraynayê bandor li hemû cîhanê kir, her kes jê zirarê dibîne. Di warên çandî, aborî û civakî de zirar jê çêdibe. Dewlet nemaye û rewabûna wê nemaye. Li navneteweyî dewlet in, lê mekanîzmaya dewletê têk çûye, parçe bûye. Welatên ditirsin şerê xwe li derve dikin, dewleta Tirkiyeyê vê li Sûriyeyê, Iraq, Ermenistan û Lîbyayê, bi hinceta ewlekariyê şer dike. Êrişên xwe li derve dide kirin, Îran jî vê dike.”

Îlham Ehmed diyar kir ku: “Krîza xwarin, gaz û petrole heye. Sûriye bûye 3 parçe, rejîma Baas, Rêveberiya  Xweser, çeteyên Tirkiye û pariyên muxalîf xwe nîşan didin hene. Ji tu civînan encam nehatin girtin.’’

Ehmed û wiha dom kir: “Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava krîz û êrişan de xwe ava kir. Tirkiye îro jî êrîşan dike, bi israr dixwaze bi navê terorê vê herêmê dagir bike. Tirkiye bi peymana Mîsaqî Milî dixwaze herêmê dagir bike. Rewşa Erdogan û partiya wî li ber çavan e, wê hilbijartinê winda bikin. Lewma êrîş dikin.’’

Di berdewama axaftina xwe de Ehmed ev nirxandin kir: “Helwesta me ya li ber qirkirinê divê yek be. Gelek alî li ser berjewendiyan kar dike, êriş li ser kurdan tevan e.  Kurdê baş, xirab nîn e, Kurd hemû ji xwe re kirine armanc. Divê sîwaneke Kurdan hebe, li dijî qirkirinê. Divê sîwaneke leşkerî û siyasî hebe. Divê li ser vê bê rawestin, tiştekî nebenabe ye.

Rewşa Efrînê pir giran e, revandin, kuştin girtin, darbirîn, talan heye. Rewşeke cidî heye. Eleqeya aliyê Kurd baş bi derve re heye, eger her alî behsa Efrînê bike, wê ev rewş biguhrere. Em dixwazin statû çêbibe. Rewşa aborî ne baş e, li Rojava tim şer e. Sûriyeyeke demokratîk bi gelên Sûriyeyê re pêkan e. Têkilî hene, civîn hene.”

Seroka Desteya Rêveber MSD Îlham Ehmed bi van gotinan dawî kir: “Bi êrişên dawîn dixwaze Başûr vala bike, kirina hinceta ya PKK’ê belasebeb e. Em li dîrokê binihêrin kurdan qir kiriye, çima êrişê PKK’ê dike, PKK biqede wê Hewlêr û Silêmanî ji holê rake. Mijar Kurd û Kurdistan e. Helwest divê zelal be. Mafê gelê Başûr û Iraqê heye ku heta dawiyê li qada navneteweyî dawaza mafê xwe bike û helwesta xwe nîşan bide.”

ANHA

Back to top button