ManşêtNûçe

Îlham Ehmed: Divê kujerên malbata Kurd radestî dadgeha terorê ya naventeweyî bên kirin

Hevseroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk MSD Îlham Ehmed komkujiya Konyayê şermezar kir.

Beriya 2 rojan li Tirkiyê bajarê Konyayê malbateke kurd ji ber nasnameya xwe rastî êrîşên nîjadperestên Tirkî hat.

Hevseroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk MSD Îlham Ehmed li ser hesabê xwe yê twîterê komkujî şermezar kir û da zanîn ku ev komkujî encama siyasetên nîjdperest ên partiya AKP`ê ye.

Hevseroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk MSD da zanîn ku malbat beriya niha jî di 12`ê Gulanê de rastî êrişeke din ji aliyê 60 nîjadperestên Tirk ve hatibû.

Îlham Ehmed daxwaz ji hêzên navdewletî kir ku divê kujerên malbata Kurd radestî dadgeha terorê ya naventeweyî bên kirin.

Îlham got: “Divê civaka navneteweyî van sûcan rawestîne û sûcdar û kujeran radestî dadgeha terorê ya navneteweyî bike.”

Back to top button