ManşêtNûçe

Îlham Ehmed: Divê destûr ji parçekirina yekîtiya Kurdan re neyê dayin

Li gotî nûçeya ANF’ê endama Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed têkildarî girtina Deriyê Sînor ê Til Koçerê got: Vekirina deriyê sînor ê Til Koçerê gelekî girîng e û di vê mijarê de divê kar bê kirin. Şert e ku bê vekirin. Ji ber ku pêwîstî bi derman û alîkariya mirovî heye. Alîkarî jî divê radestî hikumeta Sûriyeyê neyê kirin, yekser radestî Rêveberiya Xweser bê kirin. Gelekî girîng e ku ev rewş bê sererastkirin.”

ÊRIŞÊN LI SER BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Îlham Ehmed têkildarî ûrîşên dewleta Tikr li ser başûrê Kurdistanê got: “Armanca esasî ya dewleta Tirk ji êrişên li ser Başûrê Kurdistanê, xwegihandina Mûsil û Kerkûkê ye. Ji bo Başûrê Kurdistanê dagir bike êriş dike. Hebûna hêzên gerîla ya li wir ji xwe re dike hincet. Her tim dixwaze êriş bike. Ji ber ku projeya esasî ya dewleta Tirk berfirehkirina xakê ye.

‘DEWLETA TIRK DIXWAZE KURDAN LI DIJÎ HEV BIDE ŞERKIRIN’

Dewleta Tirk ji bo planên xwe pêk bîne, li hemberî her Kurd û partiyeke Kurdan siyaseteke cuda dimeşîne. Bi vî rengî dixwaze şer bixe nava Kurdan. Di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de krîza deriyê sînor afirand û ev yek di nava gel de bû sedema nerazîbûneke mezin. Di rewşa mirovî de gelek astengî heye. Her wiha li Bakur bi hezaran rêveberên HDP’ê careke din xistin girtîgehê.

Li dijî avahiyên HDP’ê êrişên terorê dike. Denîz Poyraz di êrişeke wiha de qetil kirin. Li gel gefên li dijî partiyên li Başûr, dest bi êrişên li dijî sivîlan û gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê kir.

Dewleta Tirk dixwaze mîna anî serê Ermenan, Kurdan jî qir bike. Van hemûyan jî li pêş çavên tevahiya cîhanê dike. Bi taybetî li Başûrê Kurdistanê divê li her cihî gel nerazîbûna xwe nîşan bide. Divê destûr ji parçekirina yekîtiya Kurdan re neyê dayin.

Mixabin raya giştî ya navneteweyî li pêşberî van kiryaran hîn bêdeng e. Divê were zanîn ku dewleta Tirk ji bo berjewendiyên xwe gefê li ewlekariya wan jî dixwe.”

Back to top button