ManşêtNûçe

Îlham Ehmed bi Lavrov û Bogdanov re hevdîtin pêk anî

Li gorî daxuyaniya Wezareata Karên Derve ya Rûsyayê ku tora RT weşandiye, ” Di hevdîtinê de rewşa Sûriyê û rewşa bakurê rojhilatê welat bi giranî hat gotûbêjkirin. Bi taybet bal hate kişandin ser mîsyona aktîvkirina çareseriya siyasî li Sûriyê li gorî biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya 2254, jinûve avakirina aboriya wê û qada civakî, vegera koçber û penaberan û pêşkêşkirina alîkariyan ji muhtacan re.”

Di daxuyaniyê de hate gotin, Rûsya teqez kir ku ew amade ye  xebatên gihandina Sûriyê ber bi lihevkirinan ve  berdewam bike “Da ku serdestî û yekitiya tevahî xaka Sûriyê di demeke lezgîn de vegere, mafên rewa yên hemû komên etnîkî û olî yên li welat misoger bibin.”

Li gorî RT, nûnerê taybet ê Serokê Rûsya li Rojhilata Navîn û Afrîkya, cîgirê Wezîrê Karê Derve Mikhaill Bogdanov îro hevdîtin bi seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed re hevdîtin pêk anîn.

ANHA

Back to top button