ManşêtNûçe

ÎHD: Divê polîtîkayên yekreng û amûrên zorê yên li ser zimanan werin rakirin

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) têkilî 21’ê Sibatê Roja Zimanê dayikê ya Cîhanî daxuyaniyeke niviskî da. ÎHD’ê got, ”Divê polîtîkayên yekreng û asîmîlasyonê û amûrên zorê yên li ser zimanan werin rakirin.

ÎHD’ê bi domdarî got, ”Li hemû qadên jiyanê bikaranîna zimanê dayikê yek ji mafê sereke yê mirovî ye .Civakên ku mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bi kar tînin ji her alî ve geştir dibin û wekneheviya navbeyna civakan pê ji holê radibe. Her wiha li gorî lêkolînên ku hatine kirin zarokên ku bi zimanê dayikê perwerde dibin ji hêla pedagojîk ve zêdetir serkeftî dibin.”

ÎHD’ê destnîşan kir 3 zimanên ku li Tirkiyê dihate bikaranîn tine bûne, 15 ziman jî ew taloke li ber wan e ku tine bibin û got, ”Li Tirkiyê li gel ku gelek ziman hene jî hin zimanên li derî Tirkî piştî pola 5’an bi rengê dersa vebijêrkî tê xwendin. Her wiha li dibistanekê heke ji 10 kesan kêmtir kes wî zimanê hilbijêrin nikarin bi wî zimanî bixwînin.

Back to top button