ÇalakîManşêtPYD

Hevserokê partiya me rêzcivîn li herêma Firatê li dar xist

Hevserokatiya hevbeş a partiya me, Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) duh 28’ê Tîrmehê, rêzcivîn ji bo endamên nû yên hatin hilbijartin ji bo rêvebariya navçeyên li herêma Firatê li dar xist.

Ev civînên ku bi beşdariya hevserokatiya partiyê “Enwer Muslim” hat li dar xistin, piştî rêzcivîn û konfiransên ku Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê li herêma Firatê di dema bûrî de, di çarçoveya rêxistinî ya partiyê de, hat li dar xistin.

Civînan li van navçeyên kantona Kobanê (navçeya Şêran- navçeya Çelebiyê- navçeya Sirîn- navçeya El-Qenaya) hat li dar xistin.

Di civînan de, hevserokê partiyê Enwer Muslim li ser pêşketinên siyasî yê dawî li herêmê axivî, û îşaret kir ku rêxistin navenda pêşketina her civak an partiyek e.

Muslim destnîşan kir ku parastina dsetkeftiyan û berxwedan li dijî dagirkeriya Tik û şerê taybet bi riya yekkirina rêz û mezinkirina têkoşînê di hemû rengê wê de pêk tê.

   

Back to top button