ÇalakîManşêt

Hevserokatiya hevbeş ya Partiya Yekîtiya Demokrat bi lijneya rûspiyên Helebê re dicive

Hevserokatiya hevbeş ya Partiya Yektiya Demokrat PYD Eyşe Hiso, li gel rûspiyên Helebê civiya, roja Înê li taxa Şêx Meqsûd, ji bo li ser pêşketin û geşdanên li ser qada siyasî goftûgo bikin, û pêwistiya têkbirina pilanên dagirkeriya Tirkiyeyê di desrxistina fitneyan di navbera pêkhateyan de.

Di nav lijneya rûsipiyan de hejmareke mezin ji kesayetan û rûsipiyên eşîreyan, Tirkman û Kurd hebûn, wekî din pêkhateyên ji nûnerên Mesîhî, Ermen û Êzdî.

Hevdîtin li ser pêşketinên dawî li sar qada Sûrî û pilanên dagirkeriya Tirk ji bo têkbirina şaneyên Sûrî bû.

Ji hêla xwe ve hevseroka Partiya Yekîtiya Demokrat PYD Eyşe Hiso piştrast kir li ser giringiya rola rûsipyan di vê qonaxê de, ku ev qonaxeke hestiyar e ji temenê aloziya Sûriyeyê, ya ku aliyên nakok kar dikin li ser desrxistina fitneyan di riya eşîreyan.

Eyşe Hiso diyar kir, ku civîn bi lijneya rûspiyên Helebê modeleke ji bratiya gelan û jiyana hevbeş e, tekez kir ku ev model wê hemû komployên li dijî gel têk bibe.

Back to top button
Close