ManşêtNûçe

Hevseroka Partiya Çep Kîppîng ji bo’HDP’ê bang kir

Hevseroka Partiya Çep a Elman “Katja Kîppîng” bi daxuyaniyekê, êrişên giran ên dewleta Tirk ên li ser HDP’ê şermezar kir.

Kîppîng bi bîr xist rojên dawî bi sedan HDP’î hatin destgîrkirin û doh jî ji bo rakirina mafê destnedana parlamenteriyê ya 9 wekîlên HDP’î fezleke ji bo meclîsê hatin şandin û xwest ku ev zext tavilê bi dawî bibin.

Hevseroka Partiya Çep bang li Wezîrê Karên Derve “Heîko Maas” kir û jê xwest ku bi gotinên eşkere zext û êrişên li Tirkiyeyê yên li ser wekîlên hilbijartî, şermezar bike.

Hevserokat Partiya Çep got: “Divê binpêkirina mafên demokratîk ên bingehîn li Tirkiyeyê ji aliyê Serokkomarê Tirk Erdogan ve, ji nedîtî ve neyên.”

Kîppîng anî ziman ku fatûreya sererastkirina têkiliyên navbera hikumeta Elman a Federal û Erdogan timî li muxalefeta li Tirkiyeyê tê birîn û got: “Her ku têkiliya bi Erdogan re sererast dibe, zextên li Tirkiyeyê li dijî muxalefeta demokratîk jî zêde dibe. Ev jî tê wateya hevkariya sûcê Elmanyayê ya di vê mijarê de.”

Hevseroka Partiya Çep Kîppîng her wiha bêdengî û helwesta Partiya Sosyal Demokrat (SPD) a hevparê hikumeta Merkel jî rexne kir û got: “Divê ji hikumeta federal bê pirsîn; gelo hûn nirxên mafên mirovan û demokrasiyê li gorî hesabê berjewendiyan dinirxînin?”

ANF

Back to top button