ManşêtNûçe

Heta yekîtî çênebe azadî jî  pêk nayê

Endama Partiya Çep a Kurd li Sûriya Rojîn Mihemed diyar kir ” ku li pêşiyên xwe vegerin, xwen û xeyalên wan pêk bînin. Ew xewnên ku banga yekîtiya gelê kurd dike.”

Bangên ji bo pêkanîna yekîtiya kurdî roj bi roj zêde dibe di navbera partiyên siyasî ên kurdî de, û têkildarî vê mijarê endama Partiya Çep a Kurd li Sûriya Rojîn Mihemed ji malpera me PYDROJAVA re axivî.

Endama Partiya Çep a Kurd li Sûriya Rojîn Mihemed got: ”Dijmin bi gelek rêbazên dijmirovî dagirkeriya xwe li xaka Kurdistanê didomîne û dixwaze dagirkeriya xwe li herêmên bakur û rojhilatê Sûriya berfireh bike, wiha dewam kir: “Li her çar parçeyên Kurdistanê ev demeke dirêj e, partiyên siyasî xebatê dikin ji bo pêkanîna yekîtiya kurdî, lê ji ber hişmendiya dweletên dagirker mîna rêjîma “Bees”, hîn jî partiyên siyasî ku ji bo Kurdistanê tevî kar bikin, kêm in”, wiha li axaftina xwe zêde kir: “Lê çiqasî kêm bin partiyên siyasî ên heyî ji bo hemû kurdan û pêkanîna yekîtiya kurdî dixebitin, em di wê baweriyê de ne ku, heta yekîtî çênebe azadî jî  pêk nayê.”

Di dewama axaftina xwe de Rojîn Mihemed da zanîn ku ji bo bidestxistina mafên xwe, pêwistiya kurdan bi yekîtiyê heye.

Rojîn Mihemed got; ”Wek partiyên di nava Rêveberiya Xweser û MSD’ê de, ji bo yekîtiyê em her tim xebtîn, ji ber ku hêzên dagirker dixwazin sîstema Rêveberiya xweser li Rojavayê Kurdistanê ji holê rakin, hêzên serke yên cîhanê jî dibînin ku Kurd gihştine asteke bilind û gavên gelek mezin avêtine. Bi van serkeftnên ku me bi dest xistin, êdî dem hatiye ku em mafên xwe misoger bikin. Ji bo vê hêza me hêviya me jî xurt e. lê tişta ji me kêm ma ye yekîtî ye”.

Di dawiya axaftina xwe de Endama  Partiya Çep a Kurd li Sûriya Rojîn Mihemed bang li tevahî partiyên siyasî  kir ku destkeftiyên şoreşa Rojava bi taybetî çand û zimanê kurdî biparêzin û yekîtiya neteweyî pêk bînin.

Back to top button