ManşêtNûçe

Hesen Kojer: Şoreşa 19’ê Tîrmehê sîstemeke rewşenbîrî ye ku armanca wê avakirina civakeke azad e

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer têkildarî salvegera 10`an a Şoreşa 19`ê Tîrmehê got:

Heke şoreşek hewl bide berdewam bike, divê di radeya yekemîn de civakî be. Wê demê em dikarin bêjin di rêya rast de ye. Şoreşa 19`ê Tîrmehê têgeheke felsefî ya nû ji xwe re kir bingeh ew jî avakirina civakeke azad û demokratîk e. Ne avakirina dewleteke din û hilweşandina dewletê ye. Ji ber wê divê em şoreşa 19`ê Tîrmehê fêm bikin ku ji şoreşên din ên berê cudatir e. Armanca vê şoreşê, ne avakirina dewletê yan jî desthilatê ye lê belê firehkirina qada demokratîk e da ku li şûna pergala dewletê be.

Koçer anî ziman ku şoreşa 19`ê Tîrmehê ji Kobanê destpê kir, îro jî rûbirûyî gefên dewleta Tirk e. Dagirkeriya Tirk hewl dide dergûşa şoreşê û bajarê Minbicê yê stratejîk dagir bike. Projeya demokratîk a li herêmê têk bibe. Yanî mirov dikare bêje ku ew xeteriya herî mezin ku li ser şoreşê gef e.

Koçer îşaret kir ku der barê mekanîzmeya sekna li hember van êrişan de, divê destpêkê endamê civakê hişyar be, welatparêz û xwedî vîneke xurt be. Erdnîgariya Sûriyê bi giştî rastî êrişên dagirkirinê tên. Ya din, divê gel li gorî şerê gel ê şoreşgerî xwe bi rêxistin bike û destekê bide hêzên xwe yên leşkerî. Divê bi hêzên leşkerî re bibe yek û axa xwe biparêze. Ya sêyemîn divê aliyên siyasî hewl bidin şoreşê li ser asta cîhanê bidin nasandin da ku were naskirin.

Hesen koçer li ser rola raghandinê û şarê taybet ên ku gelek aliyên li Sûriyê û dijminên şoreşê li dar dixin axivî û got: Divê em hinekî realist bin, bandora şerê taybet heye, lê negihşt armanca xwe ya têkbirina projeya neteweya demokratîk û bidawîkirina şoreşê. Lê bandora propaganda, teşhîr û reşkirina rêveberiyê, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û pergala fikrî li herêmê heye. Şerê taybet şoreşê bi rêbazeke din dinasîne. Lê em bawer in ku êdî hemû têgihiştine rastiya vê şoreşê û armancên wê.

Back to top button