ManşêtNûçe

Hemîd El-Ebid hişyarî li ser zindîkirina DAIŞ`ê li herêmên dagirkirî da

Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî ya dagirkerî Hemîd El-Ebid  hişyarî li  ser zindîkirina  DAIŞ`ê li herêmên dagirkirî ku ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, da û piştrast kir ku  êdî ev yek bi awayekî eşkere li pêşberî çavên mirovan û cîhanê tevahî diyar dibe.

El-Ebid der barê hebûna çeteyan ku berê tev li DAIŞ’ê bûbûn, her wiha komeleyên tundraw ên li herêmên dagirkirî bi navên “komeleyên xêrxwaz” ku piştevaniya tundrawiyê dike de axivî.

Hemîd El-Ebid wiha got: “Ji destpêka ku dewleta Tirk a dagirker xaka Sûriyê dagir kiriye ve, derbasbûna hejmareke mezin ji çeteyên DAIŞ’ê ber bi Girê Spî ve hat belgekirin. ”

Hemîd El-Ebid bal kişand ser van kesayet û komelayan û got: “Ev kesayet û komeleyên li pêş çavên cîhanê nîşaneyeke eşkere ya niyeta AKP’ê ku dixwaze ji nû ve DAIŞ’ê li van herêman zindî bike.”

Li Girê Spî yê dagirkirî emîrekî DAIŞ’ê bi navê Miseb El-Bedir hate kuştin, ev emîr ji çeteyên DAIŞ’ê yê herî xeternak li herêmê bû.

Li herêmên dagirkirî beriya niha bi navê”Komeleyên xêrxwaz” komeleyên Pakistanî û Çeçen derketin û bi piştgiriya Tirkiye li herêmên Serêkaniyê û Girê Spî dibistan vekirin.

Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî ji  bêdengiya civaka navneteweyî, nexasim koalîsyona navneteweyî mat ma.

Hemîd El-Ebid hişyarî li ser hebûna mîna van kesayet û komeleyan li herêmên dagirkirî da û destnîşan kir ku  destpêkirina xuyakirina DAIŞ’ê li wan herêman bû.

El-Ebid bang li civak û Koalîsyona navneteweyî kir ku destwerdanê bikin û zextê li dewleta Tirk bikin ku piştgiriya wan kesayet û komeleyên tundra, rawestîne.

ANHA

Back to top button