Şandeyek ji Meclisa Malbatên Şehîdan-Heleb, li ser asta texên Şêx Mqsûd û Eşrefiyê, buroya partiya me Partiya Yekîtiya Demokart li Helebê kir, ji bo li ser geşdanên dawî yên qada siyasî li herêmê bi giştî, û li Sûriya bi teybet biaxiv.
Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokrat Eyşe Hiso, Emîn Elîko û Emîna Beyrem endamên meclisa giştî ya partiyê pêşwaziya şandeyê kir.
Di der barê hevdîtinê de li ser bûyerên siyasî û pêşketinên ku çêdibin li ser qada Sûriya û Hermî axivîn, û îşaret hat kirin li ser rola malbatên şehîdan di rawestandina li dijî şerê taybet ya ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê û raghandina rêjîma Sûrî çêdikin.
Eyşe Hiso tekez kir ku Tirkiya di der barê şerê xwe yê taybet nikare wêneyê Rêveberiya Xweser xerab bike, ku Rêveberî projeya netewa demokratîk û bratiya gelan dişopîne.
Eyşe Hiso tekez kir li ser pêwistiya ku bi berpirsyarî li hember civakê bişopînin, û parastina deskeftiyên şoreşa gelên me li Bakur û Rojhilatê Sûriya bikin.