ManşêtNûçe

HDP`ê bi nûnerên 26 welatên YE`yê re civînek onlîne pêk anî

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, Berdevka Partiyê Ebrû Gunay, Hevberdevkên Komîsyona Têkiliyên Derve Feleknas Ûca û Hişyar Ozsoy û endamê komîsyonê Nazmî Gur, bi malovaniya Delegasyona Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê, civîneke onlîne bi nûnerên sefîrên 26 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê re kirin.

Di civînê de ku têkiliyên navbera Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê û aloziya li rojhilatê Derya Spî hatin nirxandin, rojeva taybet polîtîkayên tecrîdê yên nehiqûqî yên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rapora CPT a li ser mijarê bû.

Di civînê de ku saetekê dewam kir, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir ku li dijî rêveçûna Tirkiyeyê ya otorîterbûnê, divê Yekîtiya Ewropa û welatên endam helwesteke hevgirtî nîşan bidin. Bûldan diyar kir, serweriya hiqûqê û demokrasî di têkiliyên navbera Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê de divê diyarker bin.

Bûldan destnîşan kir ku di mijara neçareserkirina pirsgirêka Kurd de tecrîd xwedî roleke girîng e û bal kişand ser rapora CPT. Bûldan anî ziman ku li dijî sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê û binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehên Tirkiyeyê, divê civaka navneteweyî bi berpirsyarî tevbigerin.

Berdevka Partiyê Ebrû Gunay jî anî ziman ku bi weşandina rapora CPT re li Îmraliyê û girtiyên Tİkriyeyê şert û mercên nebaş hatine belgekirin û destnîşan kir ku tecrîda ku bi taybetî li ser Ocalan tê meşandin divê tavilê bi dawî bibe. Di civînê de her wiha ji Yekîtiya Ewropayê û nûnerên welatên endam hate xwestin ku ji bo bicihanîna daxwazên di rapora CPT de hatin destnîşankirin, divê hikumeta Tirkiyeyê ji nê ve bişopînin.”

Back to top button