ManşêtNûçe

HDP: Dixwazin qirkirina ku DAÎŞ’ê nîvco hiştî temam bikin

HDP’ê di riya daxuyaniyekê de qetilkirina Merwan Bedel ku ji hêla dewleta tirk hat hedefgirtin şermezar kir û got,”Dixwazin karê ku DAÎŞ’ê nîvco hiştî temam bikin.”

Hevberdevkên Karê Derve yên HDP’ê Feleknas Uca û Hişyar Ozsoy derheqê qetilkirina Hevserokê Konseya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel, ku bi destê dewleta Tirk hate qetilkirin daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin Merwan Bedel li dijî êrîşa qirker a li ser Êzîdiyan ji bo parastina gelê Şengalê gelek têkoşîn daye û têkilî qetilkirina Bedel got, ”Ev êrîş sûcê şer e û em şermezar dikin. Êrîşên bi vî rengî yên li ser Êzîdiyan ku têne maneya domandina qirkirina ku DAÎŞ’ê nekarî temam bike, binpêkirina mafê mirovan e, dermirovî û derexlaqî ye. ”

Hevberdevkan gotin, ”Diyar e ku hin kes dixwazin karê ku DAÎŞ’ê nîvco hiştî temam bikin.

Em eşkere dibêjin: Hikûmeta Tirkiyê ji gelê Êzîdî yê Şengalê çi dixwaze? Hûn bombekirina a mirovên sivîl, li gel zarokan, qetilkirina wan dikarin çawa vebêjin?”

Hevberdevkan herî dawî bang li hikûmeta Iraqê kir ji bo êrîşên wiha dubare nebin tevdîr werin standin û her wiha bang li her kesî kir ku ji xwe re mirov dibêjin destekê bidin têkoşîna manûnemanê ya gelê Êzîdî yên li Şengalê.

ANF

Back to top button