ManşêtNûçe

HDP: Divê Tirkiye bes gefê li Şengalê bixwe

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi rasthatina salvegera 3’ê Tebaxê roja qirkirina li dijî Êzidiyan daxuyaniyek nivîskî weşand û got: Divê Tirkiye komkujiya Êzidiyan weke jenosîdê qebûl bike û dev jî polîtîkayên gefxwarin û êrîşê yên li ser Şengalê berde.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Dîroka Êzidiyan bi êş û fermanan hatiye nivîsandin. DAÎŞ’ê fermana 74’an a li ser serê Êzidiyan ve anî. Kurdên Êzidî di dîroka xwe de her tim rastî zext û qirkirinê hatine, komkujiya dawî 15’ê Hezîrana 2016’an de ji aliyê Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ve weke ‘jenosîd’ hate qebûlkirin. Komkujî di raporên saziyên navneteweyî de, di kategoriya ‘sûcê li dijî mirovahî’ de cih girt.

Êzidî ku yek ji gelên qedîm ên vê xakê ne, tevî hemû komkujiyên ku jiyan kirine, li ber xwe dane û bi biryardarî bawerî, çand û dewlemendiyên xwe parastine. Gelê Êzidî îro jî ji aliyê gelek qisim û derdoran rastî êrîşên bi vî rengî tên û rêxistinên wan ên xweser naye naskirin. Em êrîşên li dijî Êzidiyan ên ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatine kirin, şermezar dikin û piştgiriyê didin têkoşîna hebûnê ya gelê Êzidî. Divê Tirkiye komkujiya Êzidiyan weke jenosîdê qebûl bike û dev jî polîtîkayên gefxwarin û êrîşê yên li ser Şengalê berde. Divê Êzdiyên ku neçar man piştî komkujiyê koçberî Tirkiyeyê bibin, jiyana xwe bi ewle bidomînin. Ji bo rizgarkirina jin û zarokên Êzidî yên ku hîn jî di destê çeteyên DAÎŞ’ê de ne, divê di asta navneteweyî de kar bên kirin.

Em di salvegera 8’emîn a Komkujiya Şengalê de diyar dikin ku em bi gelê Êzidî re ne û hemû Êzidiyên ku di qirkirinê de hatine qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînin.”

ANF

Back to top button