ManşêtNûçe

HDP: DAIŞ li Sûriyeyê sûcê giran ê li dijî mirovahiyê dike

Hevberdevkên Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê Feleknas Ûca û Hişyar Ozsoy têkildarî êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser girtîgeha Sînaa ya li Hesekê daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku DAIŞ a li Sûriyeyê sûcê giran ê li dijî mirovahiyê dike, nepêkane ku bi tena serê xwe êrişeke bi vî rengî plan bike û hate gotin, “Êriş bi giranî hatibe kontrolkirin jî, DAIŞ bi piştgiriya ji hêzên tarî werdigire, hîn jî li dijî gelên herêmê gefeke mezin e. Li gorî agahiyên di medyayê de hatin weşandin, endamên DAIŞ’ê ji herêmên di bin kontrola artêşa Tirk de ne derbas bûne û hate tespîtkirin ku hin ji çekên hatin bidestxistin ên NATO’yê ne. Her wiha bi balafirên bêmirov bombe li yekîneyekê hate xistin ku ji bo tepisandina êrişê ji Kobanê bi rê ketibû. Ev yek jî tê wateya piştgiriya hewayî ya ji bo DAIŞ’ê. Em bi bîr dixin ku di serî de Tirkiye welatên endamên NATO’yê xwedî wê berpirsyariyê ne ku piştperdeya vê êrşê û îdîayên di çapemeniyê de hatin weşandin eşkere bikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li welatên ku welatiyên wan di nava DAIŞ’ê de hene hate kirin ku welatiyên xwe tavilê werbigirin.

ANF

Back to top button