ManşêtNûçe

Guhertina Demografîk û çeteyên Sûrî li “Kurdistana Sor”

Nûnerê Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriya Şivan Xabûr ji kenala Sky News re eşker kir, ku hikumeta Tirkiya bi dehan ji malbatên Ereb û Tirkmen ji deverên ku di bin kontrola wan de Bakur û Rojhilatê Sûriya veghuztin herêma Qerebaxê.

Ezirbêcan ya bi piştgiriya Tirkiya yê axên ji Ermînyayê kontrol kir, di der barê şerekî di çend hefteyan dirêj kir û bi lihevkirinekê hefteya borî bi vekişandina hêzên Ermenî ji herêma Qerebaxê bi dawî bû.

Xabûrî got: Agahiyên di der barê ku hikumeta Dad û Pêşveçûnê ya Tirkiya yê malbatên Sûrî veghuztine herêma Qerebaxê piştrast kir.

Her wiha wiha zelal kir” Ew tişt dibe ji bo pêkanîna guhertina demografî li qerebaxê, ku hejmarek mezin ji kurdan lê jiyan dikin, her wiha ku kurd ji herêmê re dibêjin “Kurdistana Sor”.

Xabûrî îşaret kir, ku guhertina demografî ne rêbeazeke nû ye li ser hikûmeta Tirkiya yê, ew berê jî ev pêk anîbû li Bakurê Sûriya li bajarê Efrînê ya kurdî, anha tenê bi rêjeya 7% şêniyên wê yî resent ê de jiyan dikin, ew dixwazin vê tecrûbeyê li Qerebaxê jî pêk bînin.

Îşaret kir ku ” Komara kurdistana Sor” komarek xweser bû girêdayî hikumeta Ezirbêcan, di desatpêka serdema Lenîn di 7’ê Tîrmeha sala 1923’an bi awayekî Tiracîdî di 8’ê meha Nîsanê sala 1929’an bi dawî bû, û paytexta wê Laçîn bû,bajarên Kalbgar û Qubadlî di nav xwe digre û îro di hundirê herêma Qerbax a dagirkirî de ye ji hêla artêşa Tirk û çeteyên wê bi awayekî rastî.

Di çarçoveyê de, Lîkolînera di kar û barên komên terorê de, Lamar Arkende dibêje: Hikumeta Tirkiya di dema heyî de kar dike ku malbatên Sûrî ji bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriya bi taybet Efrîn derbasî herêma Qerebaxê dike, piştî vekişandina hêzên Ermenî û parçeyên jê radestî Ezirbêcanê dike, bi armanca kirina guhertina demografî li herêmê piştî sozandaîna bidestxistina wan netewa Ezerî.

Arkende wiha lê zêde kir, ku Tirkiya piştî dagirkirina herêma Artsax, ya piştgiriya cudabûna xwe ji Ermîniya dike wê bikeve gava dyemîn û ew e şandina leşkerên Tirk û dagirkirina wê bi awayekî rasterast, her wiha perlementioya Tirkiya li ser şandina leşkeran erê kir.

Arkende îşaret kir ku gava sêyemîn ew e şandina malbatên Tirkmenan ji bajarokê Raî û Îzaz û herêmên ber Sînor bi Tirkiya re, û bicihkirina wan li wir ji bo guhertina demografî pêk bînin weke li Efrînê pêk tê di vê dema heyî de,  dê ev bicihbûn bibe hincetek ji Tirkiya re di destwerdana leşkerê çi dema ku bixwaze.

Wiha domand: Bi rastî jî malbatên Tirkmanî û hin malbatên Ereb ji çeteyên Sûrî destpêkirine bi gihaştina Artsaxê, bi ghaştina pêşengên yekemîn ji çeteyên Sûrî berî mehekê ji aniha ve.

Hat îşaret kirin ku dijminahiyek dîrokî di navbera Tirkiya û Ermîniyayê heye, li hember kumkujiyên Ermeniyan ku tê de 1,5 mlyon Ermenî hatin kuştin di dema şerê cîhanê yê yekemîn di nava salên 1915 û 1916.

Tirkiya piştgirî da Ezrbêcanê li hember Ermîniya di riya şerê li herêmê bi leşkerî, siyasî û medyeyê de di der barê şandina çekan û psporên leşkerî, û balafrên bêpîlot û şandina çeteyên Sûrî ji bo şer bikin li wir.

Back to top button