ManşêtNûçe

Girtî: Hûn ê nikaribin me birûxînin û roja me tarî bikin

Grêva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda li ser rêber Ocalan û zext û zordariya li girtîgehan ku di 27’ê Mijdarê dest pê kiribû di roja 16’an de bi koma 4’an didome.

Girtiyan ji girtîgehê peyam şandin û  diyar kirin ku zext û zordarî ji salên 90’î bihurîne û gotin: “Heta niha we nekarî me teslîm bigirin, hûn ê nikaribin, hûn ê nikaribin me birûxînin, we nekarî roja me tarî bikin û hûn ê nikaribin.”

Girtiyan  piştrast kirin ku heta ku tecrîd bi temamî hilweşe ew li ser têkoşînê biryardar in.

ANHA

Back to top button