Girkê Legê
Partiya me (PYD) li bajarê Girkê Legê ji bo şêniyên gundê El-Mustefawiye yê bajarê Girkê Legê civîneke berfireh li dar xist.
Rêvebirê partiyê a bajarê Girkê Legê Mihemed Îdrîs Ehmed piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîn û rêzgirtina giyanê şehîdan,rewşa herî dawî a siyasî ji amedekaran re hat şîrovekirin û têde hat tekez kirin ku ya herî girîng pêşxistina partiyên siyasî li seranserê her çar barça Kurdistanê û Pêwîst e rêxistin li gorî hesasiyeta vê qonaxê were pêşxistin û ji aliyê pratîkî ve derbaskirin û çareserkirina kêmasiyan bikin.Û felsefeya netewa demokratîk bi Riya xebatan zêdetir li ser têkiliyên dîplomatîk pêş bixin.
Di dawiya civînê de hat bi lêvkirin ku gerek asta tekoşînê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bilind tir bibe.