DosyaManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

Gavên girîng ên Xezeba Firatê!

KENDAL ŞÊXO

Di demeke ku li Sûriyeyê, hêzên desthikldar û komên çete şerê berjwendiyan dimeşînin, QSD`ê ji bo rizgarkirina bajar Reqqayê ku çeteyên DAIŞ`ê wekî”Paytexta”xwe bi nav dikirin, Pêngava Xezeba Firatê, raghand. QSD`ê di her sê pêngavên Xezeba Firatê yên derbas bûyî de û pêngava çaremenîn ku niha li derdora Reqqayê dewam dike, gelek destkeftiyên dîrokî bi dest xistin û ji sedî 90 ji bejahiya Reqqayê, rizgar kir.

Di vê dosya me de, em ê pêngavên Xezeba Firatê yên derbasbûyî ku ev bû zêdetirî 5 meh destpêkiriye û pêngav ku niha didome  û herêmên di van pêngavan de, hatine rizgarkirin, bi we re parve bikin.

Rizgarkirina Til Semin

Ji bo rizgarkirina bajar û bejahiya Reqqayê, Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (QSD), Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê ava kir û pêngava yekemîn ji hemleya Xezeba Firatê bi rizgarkirina bejahiya bakurê Reqqayê, di 5`ê mijdara 2016`an de dest pê kir.

Piştî du hefteyan ji destpêka hemleyê, Berdevka Fermî ya Hemleya Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed, di civîneke çapemeniyê de bi dawîbûna pêngava yekemîn ragihand. Cîhan, destnîşan kir ku Pêngava Yekemîn a Xezeba Firatê, ji baskê Eyn Îsa û Silûk hatiye destpêkirin. Cîhan diyar kir ku di pêngava yekemîn ku 10 rojan dewam kir de, hêzên wan herêmek bi qasî 550 Km2 ku di nav de 34 gund, 31 mezraa rizgar kirine. Di 19`ê mijdarê de, şervanên QSD`ê bajaroka Til Semin ê li ber ber Çemê Belîx ku 27 km li bakurê Reqqayê dikeve, rizgar kirin.  Her wiha 7 girê stratejîk ketin bin serweriya şervanên QSD û stasyoneke ceyran û avê jî hatin rizgarkirin.

Di pêngava yekemîn de, 167 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin, cenazeyên 34 ji wan ketin destê şervanên QSD û 4 çete bi saxî hatin girtin.

Rizarkirina bejahiya rojavayî Reqqayê

Piştî amadekariyên çend hefteyan ku dewam kir, Pêngava Duyemîn a Xezeba Firatê, di 10`ê kanûna 2016`an de, hate destpêkirin. Fermandariya QSD`ê têkildarî armanca pêngava duyemîn, daxuyaniyeke weşand û raghand ku armanca vê pêngavê, rizgarkirina bejahiya rojava ya bajarê Reqqayê. Her wiha QSD`ê diyar kir ku, pêngava duyemîn ji baskê El-Qadiye û Kerdoşan hatiye destpêkirin.

Piştî şerê ku deh rojan dewam kirî, şervanên  Xezeba Firatê herêmeke bi rûbara  hezar û 300 Km2, di nav de 97 gund, dehan mezraa û gelek girên stretajîk ji çeteyên DAIŞ`ê, rizgar kirin. Her wiha şervanên QSD`ê yekemîn bajarokên Reqqayê, bajaroka Cirniyê di 20`ê kanûna heman salê de, ji çeteyên DAIŞ`ê hatin rizgarkirin. Paşê, şervanan bajaroka Mehmûdiliyê di 1`ê Çileya 2017`an de, ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin. Piştî bajaroka Mehmûdiliyê, şervanên QSD`ê berê xwe dan Kela Ceberê û di encama şerekî dijwar de, şervanan kela dîrokî j çeteyan rizgar kirin.

Di vê pêngavê de, derdora 100 çeteyî hatin kuştin û gelek çekên giran û sivik ên çeteyan hatin îmhakirin.

Şervanên QSD`ê bi vê pêngavê re, gihîştin aliyê çepê yê Bendava Firatê û golên wê.

Rizgarkirina bajaroka El-Kerama ya stratejîk

Piştî pêgava duyemîn, QSD`ê Pêngava Sêyemîn a Xezeba Firatê ya rizgarkirina bejahiya bakurê Dêrezorê û bejahiya rojhilatê Reqqayê, di 5`ê sibatê de, îlan kir.

Pêngava sêyemîn, ji baskê Bîr El-Heba yê bakur-rojhilatê Reqqayê û baskê gundê Ebû Xeşeb ê bakurê Dêrezorê, hate destpêkirin. Şervanên baskê Bîr Heba, ber bi başur ve ketin tevgerê û şervanên ji baskê Ebû Xeşeb jî ber bi başur û rojhilat li ser rêya Hesekê-Reqqayê, ketin tevgerê.

Li bajaroka El-Kerama ku dikeve 20 Km li başurê bajarê Reqqayê, her du bask gihîştin hev û bi rizgarkirina El-kerama re, pêngava sêyemîn bi dawî bû.

Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD), derbarê bîlançoya pêgava sêyemîn, di 26`ê adarê de, li gundê El-Menaxîr daxuyaniyeke da.

Di daxuyaniyê de,  ev agahî  hatin parvekirin:”Yekîneyên me yên leşkerî, li baskê Bîr Heba rûbareke bi qasî 540 Km2 di nava de jî bajaroka El-Kerama (25`ê adarê) ku wekî navendeke sereke ya çeteyên DAIŞ`ê li rojhilatê Reqqayê bû, hat rizgarkirin. Her wiha hêzên me, li baskê Ebû Xeşeb jî rûbareke bi qasî hezar û 100 Km2 ji çeteyan rizgar kirin. Bi vî awayî rûbara giştî ku di pêngava sêyemîn de hat rizgarkirin, hezar û 640 Km2. Di vê rûbarê de, bi dehan gund, mezraa û bi hezaran sivîl ji çeteyan hatin rizgarkirin. Her wiha hêzên me, mayînên ku çeteyên DAIŞ`ê li vê herêmê çandibûn rakirin û gel bi selametî vegeriya cih û warên xwe. Balkêş bû ku cara yekemîn ku Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê beşdarî pêngavê bû. Her wiha di pêngava sêyemîn de, 272 çete hatin kuştin û cenazeyê 67 çeteyan kete destê şervanan.”

Daketina asmanî 

Di 22`ê adarê de, şervanên QSD`ê yekemîn car çalakiyeke daketina asmanî bi hevkariya Koalîsyona Nanveteweyî, li bejahiya rojavayî Tebqayê, li dar xist. Piştî çend rojan ji  şerên diwar, şervanên QSD`ê gihîştin ber  bajarê Tebqayê.

Şervanan paşê, berê xwe dan Balafirgeha Leşkerî ya Tebqayê û di 26`ê adarê de rizgar kirin.  Şervanan ji  wir jî, berê xwe dan gundê Sefsafa û Ubad ên rojhilatê Tebqayê û di 6`ê nîsanê de, her du gundên navborî ji çeteyan rizgar kirin. Şervanên QSD`ê birizgarkirina her du gundan re, bajarê Tebqa û Bendava Azadî, dorpêç kirin.

Paqijkirina Geliyê Celab

QSD`ê, pêngava çaremîn ji bo rizgarkirina herêmên mayî yên Geliyê Celabê û amadekirina destpêkirina pêngava rizgar kirina Reqqayê, dest pê kir. Pêngav çaremîn, di 13`yê nîsanê de hate destpêkirin. Piştî rizgarkirina çend gundan, pêngav hate rawestandin û 24`ê nîsanê de, careke din hemle hate destpêkirin. QSD`ê beriya rawestandina hemleyê, raghand ku bi dehan gund, girên stretajîk û bajaroka El-Hezîma ya stratejîk ji çeteyan hatin rizgarkirin. Her wiha QSD`ê anî ziman ku, heta niha 311 çete hatin kuştin, cenazeyên 76 ji wan kete destê şervanan û 8 çete bi saxî hatin girtin.

Azadkirina Tebqa û Bendava Firatê

Hêzên  Sûriyeyê Demokratîk, di 9`ê gulanê de bi daxuyaniyeke raghandin ku careke din  Pêngava Çaremenîn a Xezeba Firatê hate destpêkirin û ev agahî hatin dayîn:”Piştî 15 rojan ji rawestandina pêngavê, em wekî Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê, careke din pêngava çaremîn destpê dikin. Armanca ji dewamkirina vê pêngavê, rizgarkirina herêmên mayî yên derdora bajarê Reqqayê û amadekariyên destpêkirina operasyona bajar”.

QSD`ê piştî şerê ku 50 rojan dewam kir, bajarê Tebqa û Bendava Firatê rizgar kir.

Berê QSD`ê li bajarê Reqqayê ye

Piştî şerên dijwar, şervanên QSD`ê bajaroka Mensûra di 3`yê hezîranê ji çeteyan rizgar kirin. Paşê şervanan, Bendava Azadî di 4`ê hizêranê de ji çeteyan paqijkirin.

Şervanên QSD`ê, di bajarok de derbeyên giran li çeteyan xistin û 5 tang û 4 maşîneyên  BMP ên çeteyan desteserkirin.

Pêngava Çaremîn a Xezeba Firatê ku heta niha dewam dikek, şervanên QSD`ê gihîştin ber deriyê Reqqayê. Li gorî Berdevaka Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed, raghandin ku di rojên pêş de, wê cenga bajarê Reqqayê werê, destpêkirin.

(kc/dc)

 

Back to top button