ManşêtNûçe

Foza Yûsif: Krîza Sûriyeyê li Sûriyeyê çareser dibe

Endama Konseya Hevserokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê Foza Yûsif destnîşan kir ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji gelek aliyan ve ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mîladeke û diyar kir ku ew hewl didin şoreşa tevahiya Sûriyeyê bikin.

Foza Yûsif bi wesîleya salvegera Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê ji ANF’ê re axivî.

Foza Yûsif got, “Em dest bi sala 11’an a şoreşê dikin. 11’ê salên şoreşê ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji her alî ve (civakî, demokrasî, ziman û azadî) bû mîlatek. Bihara gelan li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê re pêk hat. Hêzên antî demokratîk ên serwer dagirker ji vê yekê gelekî aciz bûn û dijminatiyê li vê projeyê dikin. Ev proje projeya sedsala 21’ê ye. Projeya herî xurt a demokratîkbûnê ye. Xwe dispêre civakê û jinan. Hêzên faşîst, nijadperest û dijberê guherîn û veguherînê vê yekê li dijî xwe weke gefekê dibînin.

Ji destpêka şoreşê û vir ve têkoşîneke mezin tê meşandin. Li ser şoreşê êrîşên gelekî giran çêbûn. Heta niha jî berxwedaneke mezin heye. Ji bo mayindekirina Şoreşa 19’ê Tîrmehê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li her qadê têdikoşe. Bêguman me heta niha gelek zor û zehmetî dît, lê belê gelê herêmê bi hemû pêkhateyên xwe li ser esasên Rêveberiya Xweser û Neteweya Demokratîk jiyana xwe dewam dike. Bi esasî ji bo mayindekirina sîstemê û destketiyan têkoşîneke mezin tê meşandin.”

Têkildarî gef û êrîşên li ser şoreşê jî Foza Yûsif wiha axivî: “Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta niha li derveyî komîteya destûra bingehîn hate hiştin û ji gelek aliyan ve şer li dij hate kirin. Ji bo îmhakirina şoreşê gelek hêz hatin birêxistinkirin. Em heta niha bi gelek metirsiyên mezin re rû bi rû man. Li dijî me şerekî mezin tê kirin. Rojane şehîd û birîndar tên dayin, berdêl têne dayin. Bêguman em sedemên vê zanin. Bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê re li Rojhilata Navîn anterlatîfeke çareseriyê tê afirandin. Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji bo gelê herêmê sîstemeke nû, jiyaneke nû ava kir. Ev sîstem ji bo gelan hemûyan bû pêngavek û hêviyek. Naxwazin ev yek bi pêş ve biçe. Mayindebûna vê şoreşê bandorê li gelên din jî dike. Di nava vê şoreşê de çareseriya pirsgirêkên civakî hemû hene.

Îro jî bi serkêşiya dewleta Tirk gefên êrîşê têne xwarin. Ji xwe her roj êrîş dikin. Ji bo bidawîkirina van gefan, gelên herêmê di nava hevparî û biryardariyê de ne. Em dikarin bêjin ku pêkhateyên gelê herêmê ji her demê bêhtir fêhm kirine ku ji bilî Rêveberiya Xweser rêyeke çareseriyê nîne. Rêyên din hemû kaos û nearamî ne.”

Foza Yûsif diyar kir ku navnîşana aramî û azadiyê Rêveberiya Xweser û Neteweya Demokratîk e û wiha dewam kir, “Dilsoziyeke mezin, berxwedan û biryardarî heye. Heta niha li hemberî gelê herêmê gelek lihevkirin hatin kirin. Civîn hatin lidarxistin. Ji ber ku gelê Sûriyeyê tevlî nebû, hem êşeke giran bi xwe re anî û bû sedem ku krîz mezintir bibe, hem jî ev lihevkirin û civîn ji aliyê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatin redkirin. Em dibînin ku çareserî li derveyî Sûriyeyê nîne. Pirsgirêk li nava Sûriyeyê ye, çareserî jî divê li Sûriyeyê bê afirandin. Bi îradeya gelê Sûriyeyê divê bê kirin. Ne Cenevre ne jî Astanayê heta niha ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nebûn çare. Van civînan berjewendiyên gelên herêmê û tevahiya Sûriyeyê li ber çavan negirtin. Hemûyan jî berjewendiyên dewletên xwe ji xwe re kirin esas. Her wiha gelek biryarên dijminane di van civînan de hatin wergirtin. Eger li Sûriyeyê îro krîz dewam dike, sedema wê jî ev civînin. Neçareseriyê mezin dikin.”

Li ser civîna 19’ê Tîrmehê ya li Tehranê ku Pûtîn-Erdogan û Reîsî wê li hev rûnên jî Foza Yûsif nirxandineke bi vî rengî kir: “Lidarketina vê civînê di 19’ê Tîrmehê de li Tehranê, ji aliyê siyasî ve girîng e. Civînên hatin lidarxistin hemû li dijî berjewendiyên gelên Sûriyeyê ne. Em ê vê qebûl nekin. Di vê mijarê de em ê têbikoşin. Di vê der barê de em ê îradeya xwe ragihînin. Li dijî her cûre biryarên ku ewlehî û yekîtiya Sûriyeyê xera bikin, li dijî her biryarên ku tirsê bixe nava gelên Sûriyeyê em ê li ber xwe bidin û têbikoşin.

Eger civîna li Tehranê bê lidarxistin dewama Astanayê be, wê kaosê girantir bike. Xizmetê ji Sûriyeyê û gelan re nake. Di mijarên têkildarî xelkê Sûriyeyê de divê îradeya gelên Sûriyeyê jî amade be. Eger îradeya wan ne amade be, encamên jê derkevin bêguman wê ji aliyê me ve bêne nirxandin û em ê helwestê nîşan bidin. Bêguman civînên heta niha hatin lidarxistin hemû li dijî me û gelê herêmê bûn. Her wiha ev tifaq bûn sedema şerekî mezin. Li dijî van tifaqên paşverû û civînan divê em gelên Sûriyeyê tifaqa xwe çêbikin. Çarenûsa me gelên Sûriyeyê yek e.”

Back to top button