ManşêtNûçe

Foza Yûsif: Her êrişeke li ser gelê me were kirin..em bêdeng namînin

Dewleta Tirk a dagirker gelek caran îdiyan belav dike, tê de dibêje ku YPG û QSD’ê êrişî sînorên wê dikin.  Di her îdiyekê de YPG û QSD’ê bersiv dide û teqez dike ku ev îdia derew in û ne di cih de ne.

Têkildarî mijarê endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif got, ev îdia bi awayekî palnkirî têne kirine.

Foza Yûsif ji ANHA’yê re axivî û got: “Dewleteke Tirk a dagirker beşin ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kiriye, rojane sûcan li dijî niştecihên li herêmên dagirkirî pêk tîne, rojane sivîlan qetil dike, direvîne, destdirêjiyê li wan dike. Her wiha demografiya herêmê diguhere, çand û erdîngariyê jî diguhere.”

ARMANCA JI ÎDIAYÊN TIRKIYÊ

Foza Yûsif da zanîn ku armanca sereke ya dewleta Tirk ji belavkirina van îdiyan ew e ku sûcên ku dijî niştecihên herêmên dagirkirî  û herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînem binixumîne û wiha pê de çû: “Ji bo ku van sûcan binixumîne, siyaseta ragihand û şerê taybet dimeşîne û îdia dike ku ew di bin zextên êrişan de ye û xwe diparêze. Lê ya rast dewleta Tirk êrişên qirkirinê li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne û tevahî qanûn û peymanên navneteweyî bin pê dike.”

Foza Yûsif daxuyand ku armanca duyemîn a dewleta Tirk ji şerê ragihandinê û îdiayên nerast ku belav dike ew e ku amadekariyên êrişên nû li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. Foza Yûsif got, Tirkiyê bi belavkirina van îdiayên derew hewl dide ku zemîn û rewabûnê ava bike da ku êrişên nû li dijî herêmê bide destpêkirin.

Foza Yûsif destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker tevahî beş û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, zarok beriya bi çûkan dike hedef û got, hovîtiya wê di hedefkirina apê Yûsif Gulo û neviyên wê û êrişên dawî yên li ser Kobanê û Zirganê de eşkere dibe ku di encamê de zarok û jin şehîd bûne.

‘TIRKIYE HEWL DIDE RAYA GIŞTÎ LI SER ALOZIYA LI HUNDIRÊ TIRKIYÊ DÛR BIXE’

Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê diyar kir ku armanca sêyemîn a dewleta Tirk ji van îdiyan ew e ku bandorê li raya giştî ya cîhanê bike û wiha axivî: “Dewleta Tirk hewl da êrişan li ser herêmê pêk bîne, an ku eniyeke nû veke da ku krîzên xwe yên navxweyî derbasî Sûriyê bike û raya giştî ya li ser bûyerên ku li hundirê Tirkiyê diqewimin, dûr bixe. Lê rewşa giştî ya cîhanê ne li gorî berjewendiyên Tirkiyê derketin, ji ber ku Tirkiyê nedikarî dewletên ku destwerdana li aloziya Sûriyê dikin û civata navneteweyî bi vê yekê îqna bike. Lew ra îstîxbarata Tirk mîna van îdiyan belav dikin.”

Foza Yûsif da zanîn ku bûyerên ku li dirêjahiya xeta sînor diqewimin lîstokeke ku ji aliyê îstîxbarata Tirk û artêşa Tirk û çeteyên wê ve têne kirin, her wiha got, armanc ji vê lîstokê ew e  ku şêniyên li gundên sînorî bitirsînin û gundan vala bike.

Foza Yûsif bal kişand ser bêdengiya navneteweyî û dewletên herêmî ya li hemberî sûc û êrişên dewleta Tirk û got, ev bêdengî encamên lihevkirinan e ku rê li ber Tirkiyê vedike da ku van sûcan bidomîne.

Endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif da zanîn ku hemû hêzên herêmê, çi Rûsya be an jî hêzên Koalîsyona Navneteweyî be, li hemberî sûcên ku dewleta Tirk li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin, berpirsyar in û ev tişt anî ziman: “Li herêmê derdora 5 milyon kes hene ku ji aliyê rêveberiyekê ve tên birêvebirin. Ev gel li ser axa xwe dijî û tu ziyanê nade kesî. Ji ber vê yekê divê qada hewayî li ber Tirkiyê were girtin.”

Di dawiya axaftina xwe de Foza Yûsif got: “Her êrişeke li ser gelê me were kirin, em gelên vê herêmê û hêzên wê yên leşkerî bêdeng namînin. Mafê vî gelî heye ku xwe biparêze.”

Back to top button