ÇalakîManşêtNûçePYD

Foza Yosif: Bêyî mafên jinan civaka azad û demkorat nayê avakirin

Bi amedabûna nêzî 150’î kesayetên siyasê, qanşnî, saziyên janan, civaka sivîl, nûnerên Rêveberiya Xweser û oldaran, çalakiya kobxebata derheqê sûcên li dijî kuştina jinan, ku ji hêla Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê ve tê li dar xistin, dest pê kir.

Komxebat bi deqeyek rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdên azadiyê dest pê kir, piştre axaftina vekirinê ji hêla “Foza Yosif” endama Desteya Rêveberiyê a Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê ve hat kirin, û tê de li ser zihniyetên ku jinê kirine tiştek tê kirîn û firotin, û çarenûsa wê li gorî adet û kevneşopiyên civakê (malbat) yên kevin tê controlkirin, dest pê kir.

Foza Yosif destnîşan kir: Sûnc hîn jî di bin navê “sûcên namûsê” de li dijî jinan têne kirin, da ku vîna jina azad bişikînin û nehêlin ew azadî û mafên wê yên rewe bi dest bixe.

Yosif tekez kir ku mehkûmkirina sûncên wiha ne bes e, lê berevajî vê yekê pêdivî ye ku hemû sazî li hember vê helwestên eşkere û zelal bigirin.

Foza Yosif tekez kir û got: Van êrîş û sûcan tenê jinan nakin armanc, lê hemû civakê dikin armanc ji ber ku bi ketina jinan hemû civak dikeve

Foza Yosif endama Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokrat PYDê; dît Bêyî ku nirx û mafên jinan bidin jinan ne mumkine ku civakek azad û demokratîk were damezrandin, Ji ber vê yekê, eger em ji pirsgirêka malbatê re çareyek nebînin, em nikarin welatek pêşkeftî û civakek azad ava bikin.

Û diyar kir ku tu qanûnek şerîatê tune ku destûrê bide kuştina jinan û mafê kesî tune ku jiyana wê bistîne

Hêjayî gotinê ku çalakiya komxebata “Li dijî cînayetên himberî zayenda jinê tê kirin bisekin in” hîn jî berdewame.

 

 

Back to top button