ManşêtNûçePYD

Fedrasyona Gaziyên şer: Em hêvîdarin ku ev kongir bi biryarekî xurt û hêzekî birêxistinkirî derkeve

Di derbarê çalakiyên kongreya 9’emîn a kongreya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD, bi navê Fedrasyona Gaziyên Bakur û rojhilatê Sûriyeyê Delîla Kobanê axivî.

Delîla Kobanê di destpêka axaftin xwe de got: Em di serî de weke Fedrasyona Gaziyên Bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji bo mirovahiyê pêşengî kirine, em 9’emîn kongreya PYD di vê dema herî hesas û giring tê li dar xistin p’roz dikin, ev ked û fedekarî dikeve sala xwe ya 11’emîn bi bedelekî gelekî mezin û giran biha hate pêşxistin. Em hêvîdarin ku encama vê kongre bi sûriyeyek demokratîk û civakekî weke hev ser esasê firkr û feslefeya rêber APO û temamî civaka Rojhilata Navîn ji bo temamî mirovatî bibe senteza heqîqetê, vê demê de wekî hûn dizandin gefên dewlet Tirk “TC” yê li ser gelê kurd û Sûriya li hemberî miletan û pêşengê gel tengav bûye, bi barbarî êrîş dike li ser gelê Rojhilata Navîn, dixwaze emrê xwe dirêj bike.

Di dawiya axaftina xwe de Delîla Kobanê got: Em hêvîdarin ku ev kongir bi biryarekî xurt û hêzekî birêxistinkirî derkeve, bibe vala derxistina faşîst û dagirkeran, em carekî din weke gaziyên şer di serî de vê kongreyê li rêber APO û tevahiya têkoşevanên azadiyê, dayik û bavên şehîdan û li tevahiya mirovatiyê ku niha hazir pîroz dikin.

Back to top button