ManşêtNûçe

Eyşe Hiso: Girtina hevalên me nîşaneya bilindkirina asta krîza heyî ye

Îro di saet 3`ê sibehê de nûnerê têkiliyên Partiya Yekîtiya Demokrat PYD`ê li Hewlêrê Mistefa Osman Xelîl, nûnerê Rêveberiya Xweser li Hewlêrê Cîhad Hesen û Endamê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD li Hewlêrê Mistefa Ezîz Mistê ku diçûn pêşwaziya mêvanê xwe li balfirgeha Hewlêrê ji aliyê hêzên PDK`ê ve hatin girtin.

Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Eyşe Hiso ev bûyer şermezar kir û di derbarê vê bûyera girtênê de got, ev kiriyar asta krîzê bilindtir dike.

Li gorî nûçeya ANHA’yê Eyşe Hiso destnîşan kir ku PYD fermî li Başûrê Kurdistanê xebat dimeşîne û got: “Nûnertiya partiya me fermî li Silemaniyê heye. Di rewşa heyî de PDK`ê piştgirî dide dewleta Tirk û di komployên wan jî cih digrin. Aliyê din tengavkirina partiyan û girtina hevalên me nîşaneya bilindkirina asta krîza heyî ye. Heman demê dixwazin şerekî navxweyî derbixînin. Li deriyê Sêmalka jî pirsgirêk û astengiyên wiha ji me re derdixînin. Em van nêzîkatiyan şermezar dikin.”

Eyşe bang li kesên saziyên peywendîdar dikin ku dive bi lez û bez girtî bên berdan û got: “Divê PDK dest ji siyaseta bilindkirina asta nakokiyan berde.

Hiso wiha domand: Hevalên me fermî kar û xebatên xwe didin meşandin. Hevalên me li dijî hikumeta Başûr tiştek nekirine ku werin girtin. Behaneyeke wan a fermî ji bo girtina hevalên me tune ye.  Em li dijî şerê navxweyî ku pirsgirêkên di navbera Kurdan de kûr dike ne. Em li dijî bûyerên wiha yên ku hevdû tengav dikin e. Rewşa ku em niha tê re derbas dibin, parastina destkeftiyên Kurdan li çar aliyê Kurdistanê li me ferz dike.”

Ev bûyera girtina encamên PYD û Rêveberiya Xweser di roja ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Kurdistanê amadekariya meşa “Li dijî dagirkerî û xiyanetê meşa rûmetê” tê kirin de, pêk hat.

Back to top button