ManşêtNûçe

Eyşe Hiso: Divê Kurd bibin yek û piştgiriyê bidin pêngava KCK’ê

Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Eyşe Hiso tekez kir ku divê hemî Kurd piştgiriya pêngava Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bikin, bi armanca li hember êrîşên dewleta Tirk bisekinin û tecrîda ferzkirî li ser Rêber Apo bişkînin.

Her wiha bal kişand ser girîngiya pêngava KCK’ê ya ku di demekê de hat ku xeteriya dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Kurdistanê Sûriyê zêde bûye, bi taybet ku Dewleta Tirk hewl dide bi rêya berfirehkirina qada dagirkeriya xwe li herêmê û di nava bêndengiyeke şerm a navneteweyî de aloziya Sûriyê kûrtir bike.

Têkildarî pêknanîna dewleta Tirk ya agirbestê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî Eyşe Hiso destnîşan kir ku dewleta Tirk hemû qanûn û pîvanên navneteweyî binpê dike, ji bo qada herêmên dagirkeriya xwe berfireh bike êrişê jîngehên sivîlan dike û bi hezaran jin û zarok qetil kirin, û wiha lê zêde kir ku planên Tirkiyê ne tenê li Sûriyê sînordar dar, lê hewl dide Mûsil û Kerkûkê dagir bike.”

Di dawî de Eyşe Hiso bang li şêniyên Rojavayê Kurdistanê kir ku rêza xwe bikin yek ji bo piştgiriyê bidin pêngava KCK’ê û hemû komployên li dijî gelê Kurd vala derxînin, û  wiha tekez pêwîste sînorek ji êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xaka Rojava were dayîn û destkeftiyên bi xwîna şehîdan hatin qezenckirin, werin parastin.

Hêjayî gotinê ku pêngava Koma Civakên Kurdistanê hemlek da dest pê kirin bi diruşmeya “Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê, dem dema azadiyê” , bi armanca li hember êrîşên dewleta Tirk bisekinin û tecrîda ferzkirî li ser Rêber Apo bişkînin.

Back to top button