ÇalakîManşêt

Eyşe Hiso di hevdîtinekê de bi nivîskar û rewşebîrên kurd re

Di derbarê rêzcivînên hevdîtinên ku Eyşe Hiso hevserokê Partiy Yekîtiya Demokrat PYD bi reşwenbîr û hunermendan li taxa Şêx Meqsûd li Helebê çêdike, roja Sêşemê 27cotmehê pêşwaziya nivîskar û helbestvan Menan Ehmed ” Bavê Cenga”, û hunermend Ehmed Reşo li buroya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD li Helebê li taxa Şêx Meqsûd kir.

Her wiha di pêşwaziya wan de Eyşe Hiso hevseroka partiyê û endamên meclisa giştî heval Bedran Hemo, Emîn Elîko, Emîne Beyrem û Mustefa beyrem bûn.

Nîqaş li ser rola çand û hunerê bi giştî çi helbestê be an hunera plastîkî an jî muzîkê di jiyana gelan de bi taybet gelê me yê kurd yê ku parastina ziman û flkolora xwe yî gelêrî kir di riya hunermend, nivîskar û helbestvanên wê hat kirin.

Eyşe Hiso tekez kir di hevdîtinê de ku gotin ew e şoreşe di heman demê de, û îşaret kir li ser rola rewşenbîran û nivîskaran û hunermendan û giringiya wê di gihaştina name û doza gelê xwe ji cîhanê re.

Di heman demê de helbetvan Bavê Cenga spasiya Eyşe Hiso û endamên meclisa giştî kir li ser pêşwazî û bixêr hatinê, û tekez kir li ser amadeya rewşenbîr, nivîskar, û hunermendên rastîn ji bo kar bikin li hemû astan bi armanca avakirina civkek exlaqî û rewşenbîrî, ji bo xurtkirina hevgirtina gelê kurd û  parastinand û huera xwe bikin.

Back to top button