ÇalakîManşêtNûçePYD

Eyşe Hiso bi rûsipiyên eşîrên erebî re dicive

Di nava rêzecivînên ku hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD pêk tîne li herêma Firat û Cizîrê, duh di dîroka 22’ê Gulanê de, hevseroka Partiya Yekîtiya Demokrat Eyşe Hiso bi komek ji şêx û rûsipiyên eşîrên erebî ji parêzgehên Himis, Hema û Dêra Zorê re civiya.

Eyşe Hiso li ser giringiya xurtkirina têgeha jiyana hevbeş di navbera tevahiya gelê Sûrî de û avakirina têkiliyên di navbera tevahiya pêkhateyên civaka Sûrî axivî, her wiha îşaret kir ku divê zimanê diyalogê bibe bingeha çareserî û aramiya Sûriyan.

Hiso tekez kir li ser rola pêkhateyê ereb di parastina welatê xwe li dijî terorê bi rêveberiya Partiya Dad û Pêşveçûnê ya Tirkî.

Îşaret kir ku rola rûsipiyan ya giring di avakirina baweriya civakî di navbera gelê Sûriya de di nava felsefeya Netewa Demokratîk û bratiya gelan heye.

Ji aliyê xwe ve rûsipiyên eşîran tekez kirin li ser rawestandina wan li dijî dagikeriya Tirkî û çeteyên wê yên terorîst û tevahiya komployên li dijî me çêdikin, û piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriya kirin, ku îro bûye cihekî bi ewle û rûmet ji bo gelê Sûriya.

Back to top button
Close