ManşêtNûçe

Eyşe Hiso: Berxwedana gelê Kurd li cîhanê deng vedaye

Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Eyşe HIso der barê êrişên dagirkeriyê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Şengalê, her wiha tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan de ji ANHA re axivî.

Eyşe Hiso diyar kir ku êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê beşek ji komploya navneteweyî ya ji bo qirkirina gelê Kurd e, ku bi dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan dest pê kiriye û heta niha berdewam e.

`AN HEBIN AN TUNE BIN`

Eyşe Hiso daxuyand ku dijmin, hesab ji berxwedana kurdan li hember êrişên qirkirinê re nekirin û got: “Ne tenê Tevgera Rizgariya Kurdistanê lê belê partî û mezhebên kurdan bi giştî dike hedef bi taybet kurdên azad ên di oxira azadiya xwe de berdêlên giranbiha dan.”

Der barê pêvajoya ku gelê Kurd tê re derbas dibe, Eyşe wiha axivî: “Pêvajoya heyî dubare nabe. Yan em bibin xwedî biryar û vîn ku berjewendiyên xwe pêk bînin an jî tune bin.”

Hevseroka PYD’ê diyar kir ku eger berxwedana li herêmên Parastinê yên Medyayê bi hêz  bimîne, dê hêza berxwedanê ya li her çar parçeyên Kurdistanê jî bimîne û ev tişt anî ziman: “Ji bo am parastina pêşeroja azad a Kurdistanê bikin divê em piştgirî bidin gerîla.”

`PARASTINA ŞENGALÊ PARASTINA DOZ Û DÎROKA KURDÎ YE`

Di vê çarçoveyê e Eyşe diyar kir ku bi saya hebûna gerîla li çiyayên Qendîlê hikumeta Başûrê Kurdistanê niha heye. Gerîla li hember hewldanên dewleta Tirk a dagirker ên dagirkirina herêmê li ber xwe didin.

Eyşe wiha domand: “Gerîlayan bi gotin û di pratîkê de hebûna hikumeta Başûrê Kurdistanê parast. Sala 2014`an dema çeteyên DAIŞ’ê gihiştin sînorê Başûrê Kurdistanê çi li Mexmûr û an jî Şengalê, gerîla,YPG û YPJ herêm parast. Parastina Şengalê jî parastina doz û dîroka Kurdî ye.”

Der barê êrişên li ser Şengalê de jî Eyşe ev anî ziman: “Dema DAIŞ’ê êrişî Şengalê kir, ew hêz li ku derê bûn, îdaîyên ku ew Şengalê diparêzin ji rastiyê dûrin. Gelo niha dê Şengal ji şêniyên wê biparêzin!?”

`CUDAHÎ DI NAVBERA XETA XIYANETÊ Û ŞERÊ BIRAKUJÎ DE HEYE`

Hevseroka PYD’ê Eyşe Hiso bal kişand ser serdana Mesrûr Barzanî ya Tirkiyê û girêdana wê bi êrişên dagirkeriyê û got: “Destê xwe bikin destê dijmin û hevkariyê pê re bikin, ev xiyanet e. Cudahî di navbera xiyanet û şerê birakujî de heye.”

Eyşe Hiso di dewama axaftina xwe de got: “Dewleta Tirk israr dike bi hevkariya desthilatdarên Başûr, Kurdan qir bike, gelo nayê bîra desthilatdarên Başûr kî li dijî referandoma serxwebûnê derket?”

Der barê çalakiyên piştigiriya gerîla li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û seranserî cîhanê de Eyşe got: “Dema em dibînin gel daxwaza mafên xwe yên rewa dike û piştgirî dide şervanên xwe dikin, wê demê em fêm dikin ku gel tê gihiştiye xeteriya qirkirinê ya li dijî wan tê meşandin.”

`HÊZÊN SERDEST JI YEKITIYA GELAN DITIRSIN`

Eyşe Hiso teqez kir ku PYD’ê bi sîstema jiyana hevbeş ya pêkhateyan re ya di bin sîwana Rêveberiya Xweser de ye û piştrast kir ku ew sîstem dawî li pirsgirêkên nijadperestî tîne û rê li ber zêdekirina destkeftiyan vedike.

Her wiha Eyşe Hiso diyar kir ku komployên dewletên hegemonîk li ser vê projeyê xeter in ku ji jiyana hevbeş a gelan ditirsin. Eyşe destnîşan kir ku êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê beşek ji komploya dewletên serdest ên kapîtaîlst in ku dixwazin xwe li hember binkeftinên xwe nû bikin.

`GEF DEWAM DIKIN`

Li gorî Eyşe Hiso ne dûr e ku hêzên dagirkerên Kurdistanê di sêrî de Tirkiyê êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin da ku destkeftiyên pêkhatî têk bibin û got, qirkirina siyasî ya li Bakurê Kurdistanê berdewam e ji bo ku HDP`ê demokratiyeke layîqî gelê Bakur bi dest nexe.

Têkidlarî zêdebûna gefan li dijî herêmê Hevseroka PYD’ê diyar kir ku gefên artêşa Tirk a dagirker encama îflasa wê ya siyasî û leşkerî ya li hember berxwedana gerîla ye.

Eyşe bang kir ku divê xwedî li fikrên rêber Abdullah Ocalan derkevin da ku kongreyeke nîştimanî li dar ku sîwana siyasî ya kurdî bibe ye û têkoşînê di vê çarçoveyê de berdewam bikin.

`ÇARESERÎ LI ÎMRALÎ YE`

Eyşe Hiso diyar kir ku dagirkerên Kurdistanê li ser qirkirina Kurdan xwedî têkiliyên bi hêz in û got: “Em nikarin fedekariyên gerîla li her çar parçeyên Kurdistanê înkar bikin, beşdarbûna gerîla di berxwedana Kobanê de serkeftin li dijî DAIŞ’ê bi xwe re anî.”

Eyşe diyar kir ku eger dewleta Tirk a dagirker bixwaze doza kurdî çareser bike divê berê xwe bide Îmralî.

Hevseroka PYD’ê Eyşe Hiso di dawiyê de got: “Komploya navneteweyî ya ku bi dîlgirtina rêber Ocalan dest pê kiriye, dewam dike, berxwedana gelê Kurd jî li cîhanê deng vedaye.”

Back to top button